Diyarname
Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê (RTUK) a Tirkiyeyê hefteyek cezaya girtinê li kanala TELE 1 birî.
TELE 1 kanala televîzyonê ya Merdan Yanardag e. Rojnameger Yanardan ji ber gotinên di bernameya xwe de hefteya borî hatibû tewqîfkirin.
Îro jî RTUK'ê cezaya girtina ji bo 7 rojan li kanalê birî. Ligel vê sedi 5 jî cezayê pereyan lê birî.
Li gor agahiyên TELE 1'ê, ewê vê biryarê bibin cem dadger. Ger biryar neguhere dê kanal 7 rojan girtî bimîne.


