Diyarname
Lîstikvanekî ciwan ê tîma Beşîktaşa Tirkiyeyê Emrecan Uzunhan. Stoperê ciwan Emrecan Uzunhan roja 22'yê mehê li Bakirkoya Stenbolê qezayeke biçûk a trafîkê derbas dike. Berî polîs bigihîjin ber bûyerê hin magandayên trafîkê êrîşê Uzunhan dikin û wî birîndar dikin. Masûlkeyên wî zirar dibînin û tê gotin ku 6 mehan dê nikaribe fûtbolê bilîze. Hat gotin ku ewê bê emeliyet kirin.
Beşîktaşê Emrecan Uzunhan par ji Îstanbul Sporê bi 2 mîlyon Euro transfer kiribû, wekî lîstikvanê pêşerojê lê dihat nêrîn. Stopherê 22 sal3i par di 6 maçan de lîst. Beşîktaş ku 27'ê mehê ji bo Pêşhevtêkbirina Lîga Konferansê ya UEFA'yê ligel Tîranê dê bilîze ew girtibû nav kadroya fireh.
Li aliyê din kesê êrîşê Uzunhan kiriye yê bi navê F.B. hat binçavkirin.


