Diyarname
Festîvala zarokan 'Minifest' li Park Ormana Stenbolê 4 rojan deriyên xwe ji bo zarokan vedike.
"Minifest" îsal 5'emîn car li dar dikeve. Festîvala zarokan bi sponsoriya Digiturkê ji aliyê ÎKSV (Weqfa Çand û Hunera Stenbolê) ve tê li dar xistin. Festîval dê 5'ê mehê dest pê bike û heta êvara 8'ê mehê li dar be. Di mînîfestê de dê zarokên di temenê 3-14'an de bi dilê xwe li festîvalê bilîzin.
Festîval her roj dê di navbera saetên 10.00-17.00'an de li Maslak Park Ormanê vekirî be û zarok dê ji aliyekê ve bilîzin, ji aliyê din ve di atolyeyan de hinên tiştinan bibin; beşdarî cihaneke rengîn bibin.
Di festîvalê de atolyeyên wekî Atolyeya Origami, Atolyeya Kûkla ya ji Goriyan, Atolyeya Lêkolandinê, Atolyeya Karagoz, Sohbetên li ser arkeolojiyê, Atolyeya biqetîne-pêve bizelizîqe, Atolyeya Fotografan, Atolyeya Peykerên Mezin, Atolyeya Reqsa Afrîkayê cih
bigirin û zarok di van atolyeyan de dê bi têra dilê xwe bilîzin.
Her wiha di "Muzeya Biçûk" a ku Muzeya Rahmi M. Koç amade kiriye de dê zarok bibin xwedî tecrubeyan cihê, bi lîstika ku Komeleya Parastina Jiyana Xwezayê (WWF) amade kiriye de jî dê hem xwezayê binasin û hem hînê parastina wê bibin. Di "Navenda Zanistê ya Ceribandinê" de jî zarok dê ji bo ku bibin mirovên zanyar gavên yekemîn bavêjin.
Û her wiha gelek çalakiyên din, Koma Sîrkê ya Malabar ku ji Fransayê hatiye, koma Rîtmê ya Zil Zurna ya Semaver Kumpanya jî dê bi zarokan re be.
Bilêtên Minifestê ji bo zarokên di nav bera 3-12'yan de 5 ytl, ji b
o yê mezintir û malbatên wan jî 7,5 ytl ye. Her wiha beşdariya atolyeyan bê pere ye.


