Kerkûk
Îro danê êvarê komeke bijarte ya kesayetî, serok eşîran, çalakvan û nûnerên hinek aliyên siyasî li ser navê Encûmena Kurdên Kerkûkê, li navenda çandî ya bajêr civînek lidar xistin. Di civînekê de, PDK û YNK û hinek aliyên din bi tundî hatin rexnekirin. Beşdarên civînê di wê baweriyê de ne ku ji bo yek lîsteyê tu gavên erênî nehatine avêtin.
'ZÛTIRÎN DEMÊ DE YEK LÎSTEYÊ AMADE BIKIN'
Encûmenê piştî civînê daxwaz ji hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku di zûtirîn demê de lîsteyek yekalî li parêzgeha Kerkûkê û herêmên derveyî sînorên rêveberiya Herêma Kurdistanê pêk bîne.
'EREBKIRINA HERÊMÊ XETEREYA MEZIN E'
Mihemed Mela Kerîm daxuyaniya Encûmena Kurdên Kerkûkê xwend û têde wiha hate gotin; “Eşkere ye ku nebûna nexşerêyeke zelal di nav hêzên siyasî de bûye sedema xitimandina siyasî li Herêma Kurdistanê. Bûne faktorek ji bo alozbûna zêdetir a rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Ev herêmane danîne ser rêya hat û nehatê. Pêvajoya erebkirin û pirsgirêka xaka Kurd û Tirkmenan, milîtarîzekirina herêmê xeteriyeke mezin e li ser pêşeroja herêmê.
'LI KERKÛKÊ LI HEV BICIVIN'
Her wiha di civînê de bang li aliyên Kurdistanî jî hate kirin û wiha hate gotin; “Em wekî komek ji xelkên pêwendîdar û Encumena Kurdên Kerkûkê ji bo kêmkirina metirsiyan, em berê xwe bidin hemû aliyan û pêşniyara hebûna fikreke yekalî û yek lîste li herêmên ji derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikin. Em daxwaz ji hemwelatiyên Kurdistanê jî dikin ku beşdarî dengdanê bibin. Em dixwazîn li gel navenda biryardana partiyan rûnîn û li ser projeyek hevbeş gotûbêj bikin û ji bo wê yekê jî daxwaz ji hemû aliyan dikîn ku li Kerkûkê bi hev re bicivin.”
Rojnews


