logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Portreya rastî 29 salên bêedaletiyê hatiye

  • Dîrok: 24/08/2023
  • Beş: Portreya Mehê

Diyarname

Kesekî bifikirin ku 29 sal in girtî ye lê berdan. Hiqûq mafê berdanê dide, ji bo berdanê parêzer serîlêdanê dikin lê ev serîlêdan wan jî tê redkirin. Em qala helbestvan Îlhan Samî Çomak dikin. Vê mehê bila portreya me ew be. Werin em ji serî dest pê bikin.

Îlhan Samî Çomak kî ye?

Îhan Samî Çomak di sala 1973'yan de li navçeya Kanîreşa Çewligê hatiye dinê. Navê wî Îlhan Çomak e, lê piştî mirina birê xwe Samî, navê wî jî dixe nav navê xwe û êdî wekî Îlhan Samî Çomak bikar tîne. Ew piştî xwendina xwe ya seretayî û navîn, ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê. Li Zanîngeha Stenbolê Beşa Erdnîgarî dixwîne. Dema li vê zanîngehê xwendekar e tê binçavkirin. Piştî îşkenceyên giran tê girtin.

Îdîa ev e, "Li ser navê PKK'ê daristan şewitandine", "Di nav xebatên cudaxwaz de cih girtiye", "Li Licê di nav pevçûna çekdarî de cih girtiye". Bi îdîayên bi vî rengî bi salan li DGM'ê (Dadgeha Ewlekariya Dewletê) tê darizandin. Pêşî cezayê îdamê didinê, dûre wê veguherînin cezayê muebettê.

DMME'YÊ TIRKIYE MEHKÛM KIR

Dadgeha Bilind di sala 2000'î de cezaya wî erê kir. Çomakî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME'yê di sala 2006'an de bi gotina, "li DGM'ê ji aliyê dadgerekî leşker ve hatiye darizandin, ji ber vê yekê darizandineke adilane çênebûye" biryar girt. DMME'yê cezayê tazmînatê li Tirkiyeyê birî û xwest ji nû ve ew bê darizandin.

PIŞTÎ 8 SALAN DARIZANDINA NÛ

Tirkiyeyê di cih de ev biryar neanî cih, lê piştî 8 salan, di sala 2014'an de dozê ji nû ve da dest pê kirin. Roja 16'ê rêbendana 2014'an, 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran dawaza ji nû ve darizandina Çomakî mafdar dît û roja 11'ê adara 2014'an Çomak dîsa li pêşberî dadger bû. Parêzeran xwest bila ew serbet bê berdan û bi vî awayî darizandin bidome, lê dadgehê qebûl nekir. Dadgehê dîsa cezayê muebetê lê birî. Ligel ku li ber destên Dadgeha Bilind tu delîl nîn bûn jî ev ceza ji nû ve erê kir.

XALA 5275'AN MAFÊ BERDANÊ DIDE LÊ...

Ev 29 sal in Çomak girtî ye. Li gor xala 105/A ya zagona bi hejmara 5275'an yên ku 29 salên xwe li girtîgehê temam bikin divê bêne berdan. Li ser vê xalê parêzerên Çomak ên bi navê Hakan Bozyurt û Cafer Çakmak serî li Midûriyeta Girtîgeha Sîlîvrî dan û xwestin Çomak bê berdan. Li gor parêzeran Çomakî roja berdana Çomakî 21'ê gelawêja 2024'an e, lê salek maye û divê ji xala "serbestberdana di bin çavdêriyê de" bê berdan. Ji bo vê yekê xwestin roja 21'yê gelawêja 2023'yan ew bê berdan. Lê roja 24'ê gelawêjê ev daxwaza parêzeran hat redkirin. Parêzerah ragihand ku dê îtîrazê bikin.

 

11 PIRTÎK NIVÎSANDIN

Helbestvan Îlhan Samî Çomak li girtîgehê nivîs nivîsîn, helbest nivîsîn û ew bûn pirtûk. Heta niha 11 pirtûkên wî derketine. Li aliyê din wî bi helbestên xwe heta niha gelek xelat jî girtine. Çomak bi tirkî pirtûkên xwe dinivîse.

Hin pirtûkên wî ev in: "Gunaydin Yeryuzu" (Rojbaş Rûerd), "Geldim Sana" (Hatim Ba Te), "Açik Deniz" (Behrê Vekirî), "Karinca Yuvasini Dagitmamak" (Nebelavkirina Hêlîna Morî), "Hayattayiz Nihayet" (Di dawiyê de em li jiyanê ne) û "Hayat Seni Çok Seviyorum" (Jiyan ez pir ji te hez dikim).

ENDAMTIYA RÛMETÊ Û HIN XELAT

Navê Çomak li dinyayê belav bûye. Li ser pêşniyaza Komîteya Nivîskarên Girtî, Pena Norwecê ew wekî Endamê Rûmetê li cem xwe qeyd kir.

Çomakî sala 2019'an di 4'emîn Pêşbaziya Helbest û Çîrokê ya Ked-Berxwedan a Sennur Sezer re bi helbesteke xwe xelata yekemînî girt 

Di sala 2022'yan de, 15'emîn Xelata Helbestê ya Metin Altiok ji bo pirtûka wî "Hayattayiz Nihayet" dan Îlhan Samî Çomakî. Di bin Serokatiya Dogan Hizlan de endamên juriyê Hilmi Yavuz, Eray Canberk, Şukru Erbaş, Ali Cengizkan û Haydar Ergulen bi yek dengî pirtûka wî hêjayî xelatê dîtin.

Lîstika "Hayat Senî Çok Seviyorum" ku Çomakî nivîsandibû îsal ji di 5'emîn Xelatên Şanoyê yên Ustun Akman de "Xelata Lîstika Herî Serketî ya YêrLî" hat hilbijantin.

Di meha adara 2023'yan de helbesteke Çomakî ya bi navê "Nihayet Hayattayiz" ligel wergera wê ya îngilîzî li dîwara Metroya Londona Îngilistanê daliqandin.

Erê, tam bi temamî bû 29 sal in girtî ye û li hundir jî afirandina xwe didomîne. Erê divê bê berdan, lê hê jî girtî ye.


Wêneyek girtîgehê...

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Portreya Mehê - Nivîsên Dawî
news
  • 02 07 2025

Bi salan e li ber Kela Hewlêrê wêneyan xêz dike

news
  • 17 09 2024

Parçeyek ji dîroka kurdan: Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

news
  • 17 06 2024

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

news
  • 25 04 2024

Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî

news
  • 21 02 2024

Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

news
  • 02 10 2023

Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2021: Fotoyên çivîkan yên serketî hatin hilbijartin

ad

'Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed' vebû

ad

Gora Cervantes hat dîtin

ad

71 fîlmên biyanî serî li Oscarê dan

ad

Amedsporê kosovayiyekî din jî transfer kir

ad

Hikumeta Tirkiyê Deriyê Murşîtpinarê girt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname