Diyarname
Deriyê Murşîtpinarê ku di navbera Kobanî û Pirsûsê de ye û ji wî deriyî alîkariyên ji bo pêdiviya mirovan ji bo Kobanî dihatin şandin hat girtin.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolû (AA) ya dewleta Tirkiyeyê waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk li ser girtina derî wisa got: "Li ser biryara ku hikumetê me girt deriyê sînor ji bo demek hat girtin. Niha ji bo derbasbûnê destûr nayê dayîn."
Ji Deriyê Murşîtpinar alîkariyên ji bo mirovan ji bo Kobanî dihat şandin. Di navbera Pirsûs û Kobanî de ev tekane derî ye û ew jî niha hat girtin.


