logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Konferansa Lozanê ya li Amedê: Kurd mafên xwe dixwazin û divê ev maf bên dayîn

  • Dîrok: 17/09/2023
  • Beş: Nûçe

AMED

Lêkolîner û Nivîskar Namik Kemal Dînç di konferansa “Di sala sedemîn a Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” de diyar kir ku bi Peymana Lozanê re Kurdistan bûye çar parçe û wiha got: “Tu mafên hevpar hebin divê bên dayîn. Divê 10 dewletên ev metn îmze kirine van xalan pêk bînin. Em mafên xwe dixwazin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Azadî, Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Însan û Azadî (PÎA) li Amedê konferansa “Di sala sedemîn a Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” li dar dixin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, serokên giştî û berdevkên partiyên din tev li konferansê bûn. 

Konferans dê ji 3 rûniştinan pêk bê û rûniştina yekemîn bi moderatoriya Serra Bûcak dest pê kir. Axaftvanên vê rûniştinê nivîskar û lêkolîner Kerem Serhatli, Namik Kemal Dînç û Faîk Bûlût in.

‘DI ROJHILATA NAVÎN DE BÛYE ÎNKAR’

Serra Bûcak diyar kir ku Peymana Lozanê weke peymaneke aştiyê û destpêka netewe-dewleta Tirkiyeyê tê pênasekirin û wiha got: “Avakirina netew-dewletan li tevahiya Rojhilata Navîn veguherî pergala înkar û asîmîlasyona gelan, baweriyan, mezheban, zimanan û çandan.”

‘KURDISTAN BI PEYMANA QESR-I ŞIRÎNÊ BÛ DU PARÇE’

Piştre jî lêkolîner û nivîskar Kerem Serhatli axivî. Serhatli, belgeyek nîşan da û got ku Lozan ew belge ye. Serhatli, bi bîr xist ku Kurdistan bi Peymana Qesr-i Şirînê kirine d parçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî şerê di navbera Îran û Rûsyayê di salên 1904-1913’an de, dewletên weke Azerbaycan, Ermenistan û Gurcistanê li parçeyên Kurdistanê hatin avakirin. Bi Peymana Sewrê re ji Dîlokê heta Rihayê di nav Îtalyayê de hat parvekirin. Akçakale ji bo Fransayê, Mûsil, Dihok, Silêmaniye jî dane ingilîzan. Bêrecûkê heta Êlihê ji kurdan re ma.”

‘TU MADEYÊN LOZANÊ YÊN VEŞARÎ NÎN IN’

Bi domdarî Serhatli, da zanîn ku Peymana Lozanê bi 10 zimanan hatiye nivîsandin û got ku tu madeyên wê yên veşarî nînin. Serhatli, anî ziman ku xala 37-38-39'an a peymanê dibêje ku ‘Tirk çiqas xwedî mafên xwendin û nivîsandinê bin, gelên din jî xwedî wan mafan in’ û wiha pê de çû: “Em li vê axê şirîkên hev in. Tu mafên hevpar hebe divê bê dayîn. Ji ber vê yekê divê em di nava xwe de Peymana Lozanê nîqaş bikin. Divê ew 10 dewletên ev metn îmze kirine van xalan pêk bînin. Em mafên xwe dixwazin. Em tiştekî din naxwazin. Dê têkoşîna me ya ji bo vê mijarê bidome.” 

‘TU MAF NEDAN KURDAN’

Namîk Kemal Dînç jî da zanîn ku kurd di cotmeha 1918'an de li Mondrosê û di tîrmeha 1923'yan de li Lozanê bûne çar parçe. Dînç, ev tişt anî ziman: “Ji bo ku kurdên bi Peymana Qesr-i Şirînê bûne du parçe nebin yek, çi ji destê emperyalîstan hatibe kirin. Fransiyên ku ji 1919'anve li Sûriyeyê serwer in, ji bo ku kurd nebin xwedî maf, gelek hewl dan. Bi peymana Enqereyê mal û hemû tiştên kurdan bûne du parçe. Tirkmenên ku li aliyê Sûriyeya di destê Fransiyan de ye, gihiştin mafên xwe yên weke zimanê zikmakî lê heman tişt ji bo kurdan pêk neanîn û tu maf nedan kurdan.”   

‘AKTORÊN SEREKE INGILISTAN Û TIRKIYE NE’

Dînç, anî ziman ku tevgera kurd piştî sala 1908'an pêş ket û bal kişand ser girîngiya Tevgera Bedlîsê ya beriya Şerê Cîhanê û tevgerên din. Dînç, anî ziman ku Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê mehek piştî Mondrosê li Stenbolê hatiye avakirin û bi demê re nîqaşên vê komeleyê çêbûne û ti têkiliya pêkhateyên li wir bi Kurdistanê re nîne. Dînç, bal kişand ser rewşa kurdên li Sûriye, Îran û Iraqê û wiha derbirî: “Bi Peymana Lozanê re kurd bêstatû û bênasname hatin hiştin. Aktorên rasteqîn Ingilistan û Tirkiye ne. Lozan ji bo kurdan û ermenan tenê şanoyek e. Li Lozanê kurd ne weke aktor nehatin dîtin. Di Lozanê de di bin sernaveke cuda de cih girtin û nûnertî nedan kurdan.”

‘DIVÊ KURD BI AWAYEKÎ REXNEYÎ LI LOZANÊ BINÊRIN’

Nivîskar Faîk Bûlût jî anî ziman ku her du dewletên mezin bi Peymana Sykes-Pîcotê Kurdistan perçe kirin û wiha got: “Çawa ku partiyên sîstemê li ser mijarên ku me hemûyan eleqedar dikin dibêjin 'ev tişt ser partiyan re ye’, divê kurd jî weke vê gotinê nêzî vê mijarê bibin. Pêwîste bi awayeke rexneyî ji nû ve li Lozanê binêrin.” 

Rûniştina yekemîn a konferansê bi dawî bû. Dê rûniştinên din jî ji çapemeniyê re girtî berdewam bikin. 

Deklarasyona konferansê dê sibe saet di 11:00’an de li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat bê ragihandin. 

MA

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kişanake îdiayî zûr vetî

ad

Ocalanî ji bo Telebanî û Barzanî name şand

ad

Samî Tan: Divê memûrên dewletê jî hînê kurdî bibin

ad

Hûn ji maçê hez nekin jî vê klîbê temaşe bikin

ad

Aram Tîgran: Hatina Amedê ji bo min xewn e

ad

ÎHD: Hamdullah Oge dihate şopandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname