WAN
2'yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran a ku ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Miksê ve tê organîzekirin dest pê kir.
Festîval Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran ku ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Miksê ve tê organîzeksirin û 2 rojan berdewam dike bi pêşangeha wêneyan dest pê kir. Qada festîvalê bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Parlementerên BDP'ê Adîl Kurt, Ozdal Uçer û Nazmî Gur, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, rêveberên BDP'ê û bi sedan welatî tevlî festîvalê bûn. Axaftina destpêkê Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçar kir. Uçar, diyar kir ku herêma Miksê xwedî girîngiyeke gelek mezin e û Feqiyê Teyran ji bo kurdan kesayeketek gelek girîng e.
Uçer axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev festîval ji bo gelê Wan û Miksê pîroz e. Herêma Miksê di dîrokê de gelek kesên alîm û şagirtên girîng perwerde kiriye. Ev kevneşopî çima heta duh berdewam nekir. Ji ber ku kesên desthilatdar li Miksê bi cih bûn û pergala xwe ya qirêj avakirin, ji ber vê yekê ew dîrok winda bû. Li şûna wê pergala feodalîzmê avakirin. Li Miksê azadî û zanistî rakirin."
Piştî axaftinê hunermend Şerwan derket ser dikê.
DÎHA


