Diyarname
Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Binghamton ya li bajarê New Yorka DYA'yê peymana hevkariyê îmze kir. Ewê di warê zanist û akademiyê de bi hev re kar bikin.
Zanîngeha Rojava bi ser malpera xwe re ev peyman ragihand. Zanîngehê diyar kir ku ev peyman di çarçoveya xurtkirina têkiliyên zanistî û akademî de li ser van çend xalan pêk hatiye.
Xalên peymanê bi vî rengî ne:
– Projeyên lêkolînî yên hevbeş di warên berjewendiya hevbeş de.
– Pevguhertina weşan û raporên akademîk.
– Di rêbazên hînkirina nûjen û çêkirina semîneran de şarezayan bi hev re parve bikin.
– Organîzekirina sempozyûm, komxebat û konferansên hevbeş.
– Şandina xwendekaran di navbera her du zanîngehan de.
– Çalakiyên din ên ku her du alî jê sûd bigirin.
ZANÎNGEHA ROJAVA
Zanîngeha Rojava di sala 2016'an de hatiye avakirin. Navenda wê li Qamişloyê ye. Bi kurdî, îngilîzî û erebî dersar dide.
ZANÎNGEHA BINGHAMTON
Zanîngeha Binghamtonê di sala 1946'an de hatiye avakirin. Niha nêzî 15 hezar xwendekarên ê hene. Ji sala 2021'yan de li DYA'yê dikeve nava 100 zanîngehê serketî. Dîsa her nav 500 zanîngehên serketî yên dinyayê de cih digire. Di sala 2022'yan de di rêza 413'emîn de cih girtibû.


