Diyarname
Yek ji nivîskêr kurd ê afirîner Îhsan Colemêrgî vê carê sê çîrok, sê bûyerên li nav kurdan qewimîne wekî roman honandin û pêşkêş kirin. "Kerbelaya Kurdan Kelata Dimdimê", "Colemêrgê Eywan e Sefera Brahîm Xan e" û "Dêra Extermanê Evîn û Berxwedan" wekî roman ji Weşaxaneya Lîs derketin.
Nivîskar Îhsan Colemêrgî çîrok û destanên li nav kurdan wekî roman dihone. Wî Çîroka Cembelî bi navê "Cembelî, Kurê Mîrê Hekaryan" di salên 90'î de wekî roman honandibû û çap kiribû. Ji wê demê ve heta niha wî hin çîrokên din jî bi vî rengî amade kirin û wekî pirtûk çap dikin. Colemêrgî ku li ser dîroka Culemêrgê, li ser Ûratuyan jî pirtûkên wî yên lêkolînî hene, lehengên kurd jî kiribûn roman. Wekî Silhedînê Eyûbî, Ezemşêr û hwd. Colemêrgî çîroka wan wekî roman pêşkêş kiribûn; niha ew bi 3 romanên din li pêşberî xwendevanan e.
Çîroka Brahîm Xan
Birahîm Xan li herêma Culemêrgê yek ji mîrekên dema xwe ye. Wî li hemberî Îranê serî hildaye, erdek fireh girtiye bin destê xwe. Li gor nivîskar, "Her çiqas di komkujiya hin malbatan de cih girtiye jî, ji ber lehengiya wî gelê herêmê bi dehan beytan de cih daye wî." Culemêrgî jî ji ber vê lehengiya wî, bi rêya van beytan û bi rêya vegotinên li hêrêmê ew wekî mijara romanê hilbijartiye dest.
Romana ku bi navê "Colemêrgê Eywan e Sefera Brahîm Xan e" hatiye weşandin, xwendevanan dibe du sed sal berê; dibe herêma Herakryan û Behdînanê.
Çîrokek nas Dêra Extermanê
Li Dêra Extermana Wanê çîrokeke evînî heye ku bi klaman derketiye ser zar û zimanan. Çîroka Eliyê Qaloxa û keça ermen Meryemayê. Heta niha gelek dengbêjî ev klam gotiye, lê tenê aliyê evînî ya vê klamê derketibû pêş. Niha ev klam bi şiklê romanê, bi awayekî berfireh ji pênûsa Îhsan Colemêrgî derketiye pêşberî xwendevanan.
Nivîskar di romanê de ne tenê qala naveroka klamê dike, ew qala şerê di navbera Eliyê Qaloxa, metranê Dêra Extermanê Îsa û waliyê Wanê Hemîd Paşa dike; di ber re jî behsa hebûna kurdan, cîranên wan ermen û hin bûyerên din dike.
Destana nayê ji bîr kirin Kelata Dimdimê
Destana Kela Dimdimê li nav kurdan navdar e. Destaneke neteweyî ye û bi têra xwe hestên neteweyî li bar in. Kurdên li nav kelehê bê av û nan bi berxwedaneke mezin ber xwe didin ku ev yek heta niha gelek caran hatibû vegotin. Vê cê xwendevan bi vegotina Colemêrgî, wekî roman berê xwe didin vê destanê.
Îhsan Colemêrgî kî ye?
Nivîskar Îhsan Colemêrgî di sala 1944’an de li navenda Culemêrgê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navîn li Culemêrgê xwendiye. 1965’an de li Amedê xwendingeha mamostetî qedandiye. Piştî 8 salên mamostatiya fermî ji ber fikr û xebatên wî yên siyasî ew sirgûnê bajarê Uşaka Tirkiyeyê kirine. Ji ber vê, wî îstîfa kiriye û vegeriyaye Culemêrgê.
Wî komeleyên û saziyên wê demê yên kurdan de kar kiriye, loma jî di dema Derbeya 12'yê Rezberê de çend caran hatiye binçavkirin, 4 mehan li Girtîgeha Amedê maye, 4 salan jî qaçax jiya ye.
Piştî salên 1990'î dest bi xebatên li ser dîrok, wêje û çanda kurdî kiriye. Wê demê çîroka "Cembelî" wekî roman honandiye û roman Di sala 1995'an de ji Weşanxaneya APEC'ê li Swêdê hatiye çapkirin. Dûre Avestayê li Stenbolê ew çap kiriye. Piştî vê pirtûkên wî yên din hatine çapkirin.
Ev in pirtûkên wî:
- Cembelî, Kurê Mîrê Hekaryan, Roman
- Hakkari Suretleri (Sûretên Hekaryan), bi tirkî, lêkolîn
- Mezopotamya Uygarliginda Hakkari (Di Şaristanîya Mezopotamyayê De Hekaryan), bi tirkî, lêkolîn
- Zeynel Begê, Roman
- Dîrok û Şaristanîya Ûrartûyîyan, Lêkolîn
- Momê, Roman
- Ezemşêr, Roman
- Siltan Selahedîn Eyûbî, Roman
- Hekaryan, dîrok
- Şîna Şengalê, dîrok
- Kerbelaya Kurdan Kelata Dimdimê, Roma
- Colemêrgê Eywan e Sefera Brahîm Xan e, Roman
- Dêra Extermanê Evîn û Berxwedan, Roman
********
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- 3 weşanxaneyên nû; Di nav rewşa giran de dê çi, çawa bikin?
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Piştî şer yekem hejmara Playboy derket
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
Hesabên Diyarnameyê
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


