Diyarname
Vê hefteyê 9 fîlm li vîzyonê ne. 5 fîlmên tirkî ne, 4 jê fîlmên ji derveyî Tirkiyeyê hatine. Ji fîlman didu anîmasyon in yek tirkî ye, yek ji derve anîne. Vê hefteyê ji fîlmên ji derveyî Tirkiyeyê hatine yên derkevin pêş zêde nîn in. Ji yên tirkî fîlmê Nuri Bilge Ceylan heye: "Kuru Otlar Ustune".
"Kuru Otlar Ustune" li Festîvala Cannesê xelata Lîstikvana Herî Serketî (Merve Dizdar) girt. Fîlmê ku hefteyek berê li Festîvala Gûzeka Zêrîn a Edeneyê yekem car li Tirkiyeyê hat nîşandayîn, niha ket vîzyonê.
Fîlm li naveçeyeke dûr a Rojhelat çîroka mamosteyê wêneyê Samet derdixe pêş. Bi ser wî re çîrokên xemgîn ên ciwan û yên bi tenê nîşan dide. Ligel Samet, hevalê wî Kenan ku ew jî mamoste ye û mamoste Nuray ku mamosteya îngilîzî ye çîroka fîlm temam dikin.
Va ne hemû fîlmên hefteyê:
- The Retirement Plan / Derhêner Tim J. Brown
- The Creator / Derhêner Gareth Edwards
- Godless: The Eastfield Exorcism / Derhêner Nick Kozakis
- Paw Hatrol: The Mighty Movie / Derhêner Cal Brunker / Anîmasyon
- Kalp Estetigi / Derhêner Haydar Işik
- Her şeye ragemen / Erdal Murat Aktaş
- Kuru Otlar Ustune / Derhêner Nuri Bilge Ceylan
- Melanet / Derhêner Kemal Danaci
- Kare Takimi: Gicemli Ada / Derhêner Orhan Bal / Anîmasyon


