Diyarname
Kovara Folklora Me ku sê mehan carek derdikeve bi hejmara xwe ya payîzê, ya 13'yan li pêşberî xwendevanan e.
Kovara Folklora Me bi diruşma "Zargotin pişt e, folklor her tişt e!" weşana xwe didomîne. Kovarê niha hejmara xwe ya nû pêşkêş kir.
Di vê hejmarê de jî gelek nivîsên li ser folklorê di kovarê de cih girtine. Şeyma Orhan "Hin vegêranên hirçê ji Serhedê", Bahoz Baran "Çav di zargotinê de" û "Kurdjan Sorî "Baweriyên Herêma Mişarê" nivîsiye.
Mem Mukriyanî "Paşayê bajarê Adiyamanê Feysel Paşa" û Mîr Muhargînî jî bi "Çeqçeq Paşa" ked daye kovarê. Mehmet Olmez jî "Heseyo Newrek" nivîsiye.
Ji bilî van Celîlê Celîl, Eşref Keydanî, Şehrîban Matyar, Emîn Ozdemîr, Surya Human, Yûsif Hêşetî, Mehmet Olmez, Faruk Çetinkaplan, Mehpûs Serhedî, Aydin Batur, Xecê Bîşeng, Payîz Tûrsûn, Asmîn UYanik, M. Seîd Temel, Rêdî Seîd, Hebîbe Polattag, Zeynep Yaş û Evîndar Şevîn bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtine.


