Diyarname
Ji bo 3 endamên RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê) ya Tirkiyeyê hilbijartin çêbûn. Li ser navê Yeşîl Sol Partî Necdet Îpekyuz hat hilbijartin.
Li Meclisa Tirkiyeyê ji bo endamtiya van hilbijartin çêbû. Ji kontenjana Yeşîl Sol Partî Necdet îpekyoz, ji kontenjana CHP'ê Îlhan Taşçi û ji kontenjana AKP'ê Ebubekir Şahin wekî endamên nû yê RTUK'ê hatin hilbijartin. Şahin û Taşçi berê jî berendam bû û carek din hatin hilbijartin. Îpekyuz yekem car e tê hilbijartin.
3 endamtiyên ku her yek li ser navê partiye (Yeşîl Sol, CHP û AKP) dike, wan partiya li ser navê xwe du berendam nîşan dan.
Di dengdana ku li Meclisa Tirkiyeyê bi awayekî veşarî deng hatin dayîn de endamn bi vî awayî hatin hilbijartin:
- Yeşîl Sol Partî Necdet îhekyuz û Akbbas Kiliçoglu nîşan dan: İpekyuz 351 deng girtin, Kiliçoglu 11 deng.
- CHP'ê: İlhan Taşci û Ali Taştan nîşan dan. Taşci 369 deng, Ali Taştan 12 deng girtin.
- AKP'ê jî Ebubekir Şahin û Hayri Genç nîşan dan. Şahin 283 deng, Hayri Genç 97 deng irtin.
18'ê mehê ji bo serokatiya RTUK'ê dengdan dê çêbe. Endamên RTUK'ê 9 in. Ew 9 endam ji nav xwe kesek wekî serok hildibijêrin. Heta niha serokatiya RTUK'ê di destê AKP'ê de bû.


