logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Nîqaşa 'Rêziman', Cîhan Roj: Hûn ê daneheviya sed salî a nivîskî çi bikin?!

  • Dîrok: 13/11/2023
  • Beş: Serbest

Cemil Oguz

Pêşî li Bakur bi navê 'Rêbera Rastnivîsînê' xebatek hatibû çapkirin, û niha li Rojava pirtûkek li ser 'standardkirina kurmancî' bi navê "Rêzimana Kurmancî" çap bû û nîqaşa me bû mecbûrî. Piştî Îbrahîm Seydo Aydogan gotinên xwe gotin, vê carê me berê xwe da Cîhan Roj. Roj, pirsa "Hûn ê daneheviya sed salî a nivîskî çi bikin?!" dike.

JI 93'YAN VE KEDA LI SER KURDÎ

Nivîskar Cîhan Roj ji sala 1993'yan ve li ser wêjeyê xebatê dike. Heta niha nêzî 20 pirtûkên wî derketine. Di destpêka 2000'î de dema belavbûneke li nav wêjeya kurdî, kovargeriya kurdî de hebû li Îzmîrê bi beşdariya piraniya nivîskarên kurd ên li Bakur konferansa nivîskaran hat organîzekerin ku Roj yek ji pêşengên vê konferansê bû. 

Ji wê rojê de jî di kovar û rojnameyên kurdî de, û bi piranî jî di quncikê xwe yê Diyarnameyê de li ser têkiliyên kurdî û wêjeyê, wêjeya honakî gotinên xwe anîn ziman. 

'GERE CELADET BEDIRXAN ESAS BÊ GIRTIN'

Di vê nîqaşa niha em têde ne de Cihan Roj jî bi twitek gotinên xwe nivîsî bû. Twîtek girîng bû loma me serî li wî da. Cihan Roj wisa dibêje, “Esasên gengêşiyê warê rêziman û zimanzaniyê xuya bike jî tesîr li nivîsevaniya kurdî dike. Bo qada edebî jî muhîm e ku Celadet Bedirxan esas were girtin. Hûn ê daneheviya sed salî a nivîskî çi bikin! Baş e ku qada edebî, nivîskî guh li hin midaxeleyên bingehîn nake! Bikaranîna alfabeyên cuda pir tişt ji kurdî birine. Bikaranîna ‘qaîdeyên bingehîn’ wê di kurdî de rê bide aloziyan ku xisarên mezin biqewimin! Bihêlin bila kurdî bi hemî halên xwe bikeve qada nivîskî. Pey re wê standartek bihemd biqewime!”

‘ÎCABÊ HEWLÊN HÊSANKIRINÊ NAKE, KURDÎ JI XWE HÊSAN E’

Em jê dipirsin, "wê xisarên çawa bide kurdî?", ew dibêje, "Yek ji alî azînê ve ye ku derî eslê meselê gelek tiştên din wexta têne rojevê dibe polemîk û tevlîhevî çêdibe. Aydogan jî wekî gelek kesên bi ked di warê ziman û rêzimaniyê de, wêjeyê de heya niha li vî zimanî her zêde kiriye lê terz û seknên bi polemîk nahêlin xwendevan rexneyên li cî, pêşniyarên li cî derxin pêş. Ji salên nodî de, li Bakur ew awa gengêşî-polemîk bûn sebeb gelek fikir, dîtin û tespît bibin qurbana polemîkan! Xisara din a herî mezin digihîje kurdî ku ji ber gelek sebeban tiştên ne li cî, bilezûbez li kurdî têne ferzkirin. Min çîrok nivîsîn, şîyîr lêkirin, romanan dinivîsînim lewre ev gengêşî bo wêjevanan jî têra xwe muhîm e; qasî gramerê jiyana peyvan, mehne, îfade û bi gelemperî jiyana kurdî bi hêlên dîtir jî muhîm in. Kurdî têra xwe herikbar, hêsan û şayîk e; bi tevî ew qas zarava, devok û bi sedhezaran peyvan di berhemên edebiyata devkî de tu problem nayên jiyîn. Ger metnên edebiyata nivîskî ji qelemên hin nivîskaran tevlihev, giran bin ew arîşeyek din e; ew nivîskar gerek karibin têkiliya xwe û kurdî germ û xurt bikin. Bi dehan sal in em bi israr dibêjin di berhemên edebî de bi zimanekî din nefikirin, metnê saz nekin û di hemn demê de li kurdî wernegerînin, dernekevin nebêjin min bi kurdî nivîsî! Ji ber sebebên wisa jî têkiliya xwendevanan û hin berheman qels dimîne. Rastiyên wisa dibin sebeb vehesînek çêbe ku gerek ziman were hêsankirin lê şaş e!”

'BILBIL BERSIVEK DAYE KU NE TU BERSIV E'

Li aliyê din Roj bi israr balê dide terza gengêşiyan, rexneyê li Mikail Bulbul jî digire û dibêje, "Mikaîl Bilbil jî bi heman hêrs, halê tevlîhev bêyî Aydogan mixatab bigire, bi awayek îndîrekt 'bersivek' daye ku bi tu awayî meriv nikare bêje bersiv e û xwendevan xweş dibîne ku ew hêrsa wî li hemberî gotinên derheq Weqfê de ne, lê ew jî sebir nake, bi awayek rêk û pêk bersivan nade rexneyan. Em nikarin behsa sekn û şêwazeke akademîk bikin! Halbûkî her du mijar jî pir muhîm in; yek derheq zimanê neteweyekê de ye a din jî mijareke derheq sazî, dezgeh, hêz, proje û fonan de ye! Ne ew mijar in nivîsevaniya kurdî, bi îfadeyên îndîrekt, bi şêwazên şaş û teng paşguh bikin!"

'XWENDEVAN LI BENDA RÊ Û RÊÇIKÊN ZANISTÎ NE'

Cîhan Roj vê îdîayê derdixe pêş, "Bi bîr bixim ku nêzî deh panzdeh salan e gelek xwendevanên kurdî pêxim bi polemîkan naxin. Îfade û nêzikahiyên derî şêwazên gengêşîyan red dikin. Li bendê ne kesên bi îdîa, bi sebir, li gorî rê û rêçikên zanistî mijaran bînin rojevê.”

'BI SEKNÊN HIYERARŞÎK MIROV NIKARE ZIMÊN KONTROL BIKE'

Em vê carê pirsê bi awayê provakatîf davêjin ber; "Tu di warê standardkirinê de kîjan alî mafdar dibînî?" Ew dibêje, "Gotina Aydogan a derheq midaxaleyên bingehîn de û xweferzkrinê de muhîm in. Ji esagirtina xebatên Celadet Bedirxan, Roger Lescot bigirin heya gelek kedkar û zimanzanên me ên hêja îro ro rê didin ku em karibin zimanê xwe peyderpey binasin. Ger ku kitêb bi alfabeya latînî bin meriv dikare kurdiya her hêlê xweş û baş, bi halê wan bixwîne. Heta ew rewş zêhn û zanînên me ên derheq zimên de zengîntir dikin. Bi seknên hîyerarşîk meriv nikare zimên kontrol bike, ew wekî av e rêya xwe dibîne.”

‘LÎRÎZMA KURDÎ TAYBETIYEK KURDÎ YE’

Di cihek de jî Aydogan dibêje, “Fonetîka kurdî xira dikin. Bi ya te xira dikin yan na? Çiqas xira dikin? Û li ser vê kesên pisporên kîjan qadê dikarin gotina xwe bejin?” Roj wisa dibersivîne: “Dixwazim li vir li gorî warê xwe hinek bi hemd tevdigerim; ziman candar e, têkiliyên bi zimên re alî elimîn, rihî û deng ve jî hêjayê bîrxistinê ye. Lîrîzma kurdî taybetiyek kurdî ye. Hukmê deng ê ji alî muzîkê ve yek ji reng û dengê kulturî û edebiyata devkî ye. Vêga xirabkirin çiqas biqewime, xirabkirineke bi çi awayî be wê zimanzan karibin gotinên xwe bêjin, ez dikarim ji xirabkirinê bêhtir balê bidimê ku ew midaxele astengiyan derdixin pêşberî xwendevan, nivîskar û zimên ku ew ji alî fonetîkê ve jî ji her zarava, devokê fêde bigirin, serbest tevbigerin! Ziman li hêlekê wekî xwezayê ye, ger hûn bi niyeta hin rewşan midaxeleyên zêde bikin hûn ê rastiyên wê hem xirab bikin hem jî talan bikin! Têkiliya bi zimên re qasî têkiliya bi xwezayê re hesas e! “


 

***

Têbiniya Diyarnameyê: Di vê nîqaşa li ser "standardkirina ziman" de îhtîmal e nûçe û gotarên me yên nû bên. Ji Weqfa Mezopotamyayê, kesên di nav "Rêbera Rastnivîsînê" de, yan yên di nav "Rêzimana Kurmancî" de cih girtine, wekî bersiv, gotar, daxuyanî, yan nivîsên cuda bişînin emê biweşînin.



***

Nûçeya Eleqedar:

- Seydo Aydogan dijî pirtûka 'Rêzimana Kurmancî' derket: Dest ji vê şaşiyê berdin

 

 

 

 

***  

 

*** 

DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):

- Îbrahîm Şahîn: Me 50 hezar klam dane hev 

- Pirtûka Marquez piştî 10 salên mirina wî çap dibe 

- “Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne” 

- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e 

- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî? 

- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne 

- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye 

- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?

- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê  

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Lîstikvanê salê: Ronaldo

ad

Deng û sewta Sînemê ji dinyayê çû

ad

Rêwîtiya "Miraz"ê kurd a festîvalan didome

ad

Bişîrove û Bêşîrove

ad

‘Şahiya Hêrsê’ ya Jaklin Çelik bi kurdî derket

ad

Li Katalonyayê perdeya duyem dest pê dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname