Amed
Komeleya Fotografkêşên Amator a Amedê (DÎFAK) pêşangeha "Zarokên Karker" vekir.
Xwendekarên serdema 10'emîn ên DÎFAK'ê piştî perwerdehiya 5 mehan foto kişandin û ew fotoyên wan roja 12'yê Pûşperê Roja Zarokên Karker a Dinê de, di pêşangehê de hatin pêşkêş kirin. Pêşangeha ku navê "Zarokên Karker" lê kirine li Galeriya Hunerê ya Sumer Parkê hate vekirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî piştgirî daye pêşangehê.
Cîgirê Serokê Lijneya Rêveberiyê yê DÎFAK'ê Kadri Kurt di vekirina pêşangehê de got ku fotograf zimanekî vegotinê ne, wan ji bo hişyariya civakî digel xwendekarên xwe ev xebat kirine. Kurt got ku li Tirkiyeyê gelek karkerên zarok hene, armanca wan ne ew e ku van teşhîr bikin û wiha dom kir: "Armanca me ne teşhîrkirin, armanc ew e ku em balê bikişînin ser van zarokên karker ku em her roj dibînin lê em wan ferq nakin."
Fotoyên di pêşangehê de hatine pêşkêş kirin li Amed, Riha û Mêrdînê hatine kişandin. Pêşangeh heta 30'ê vê mehê vekiriye.


