Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê û Şaredariya Kuşadasiyê bi hev re Rojên Pirtûkan li Kuşadasiyê li dar dixe. Rojên Pirtûkan ku îro dest pê kir heta 9'ê mehê dê bidome. Pirtûkên Weşanên Lîsê jî li wir têne pêşkêş kirin.
Rojên Pirtûkan ku îsal 6'emîn car li dar dikeve, li Kuşadasi Ataturk Meydani stand têne vekirin. YAYKOOP (Kooperatîfa Weşanxaneyan) ji bo alîkariya weşanxaneyan hatiye avakirin pirtûkên 22 weşanxaneyan dane hev û ew jî li vê Rojên Pirtûkan standê vedike. Di standa YAYKOOP'ê de pirtûkên kurdî yên Weşanxaneya Lîsê jî hene. Bi vê yekê yekem car e pirtûkên bi kurdî jî di Rojên Pirtûkan a Kuşadasi de cih digirin.


