Diyarname
Di çarçoveya biryara derxistina rêzepirtûkek li ser dîroka kurdan a Koma Xebatên Kurdolojiyê, yekem kitêba vê rêzê “Osmanli Kurdistani-Kurdistana Osmanî” derket.
Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê bilêvkirina têgeha “Kurdistan”ê têra xwe bi xetere bû. Lê ya ji vê xeternaktir ev e ku, civaknas, dîrokzan û bi giştî beşeke mezin a ji rewşenbîrên Komarê guh li vê ker kirin. Van kesan bi hêsanî gotin ku, “têgeha Kurdistanê ne wekî herêmeke îdarî ne jî bi awayekî din di dîrokê de nehatiye bikaranîn”. Lê rastî ji vê cudatir bû, lewre di belgeyan de Kurdistan hebû û di pirtûka hatiye weşandin de jî li ser vê yekê hatiye sekinîn.
Belgeyên li ser Kurdistanê
Di vê pirtûkê de amadekarên pirtûkê xwestiye bi belgeyan bipeyitînin ku ev têgeh di serdema Osmaniyan de; ji alî rewşenbîran ve hatiye bikaranîn, di pirtûkên erdnîgariyê yên lîseyan de bi dehan pel ji bo “Erdnîgariya Kurdistanê” hatiye veqetandin, di weşanên fermî yên Osmanî, salnameyan de, di derbarê “Eyaleta Kurdistanê” de, gelek qeydî û agahî hene.
Pirtûka ku kordînatoriya wê Alişan Akpınar û Serhat Bozkurt kiriye 368 rûpel e.
Pirtûka “Osmanli Kurdistani-Kurdistana Osmanî” bi du zimanan hatiye amadekirin û amadekarên pirtûkên li ser duzimaniya pirtûkê vê yekê tînin ziman: “Çawa ji bo kurdan perwerdehiya zimanê dayikê xwedî ciyekî girîng be, tiştekî ew qasî girîng e ku mirov li benda dewletê nemîne û derbasî jiyaneke duzimanî bibe, di her qadê de kurdî bike zimanekî karîger. Ji ber vê, heta ji destê me tê, em xebatên xwe bi kurdî û tirkî amade dikin.”
Kom ji 2003’yan ve kar dike
Di sala 2003’yan de bi navê “Koma Xebatê ya di Çavkaniyên Osmanî de Kurd” koma xwe ava kir û komê dîtin û derxistina çavkaniyên li ser kurdan ên di serdema Osmanî de ji xwe re kirile armanc. Heta niha vê komê bi navê “Emir Bedirhan- 20.Yüzyılın Başlarında Kürt Milliyetçi Söylemine Bir Ornek, Lutfî (Ahmed Ramiz)” û “Hînkerê Zimanê Kurdî” du pirtûk û gelek gotar weşandin. Dawiya sala 2010’an jî wan bi biryarekê navê koma xwe kirene “Koma Xebatên Kurdolojiyê” û biryara weşandina rêzepirtûkek li ser dîroka kurdan girtiye. Li gor vê, wê pirtûka duyemîn bi navê “Di Sedsalên 19 û 20’an de Tevgerên Kurdan û Pêşketina Van Tevgeran”, pirtûka sêyemîn bi navê “Raporên Dêrsimê Yên Serdema Osmanî” û pirtûka çaran jî dê bi navê “Raporên Kurdistanê Yên Serdema Osmanî” bê weşandin.
Osmanli Kurdistani-Kurdistana Osmanî / Amadekar: Koma Xebatên Kurdolojiyê / Bi Tirkî-Kurdî / Rûpel: 368
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


