Diyarname
Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan li ser hilbijartina herêmî ku dê adara 2024'an de li dar bikeve îro bi kurdî û tirkî daxuyanî da çapemeniyê. Dogan got, "Meyla li her derê Tirkiyeyê em bi berendamên xwe bikevin hilbijartinê derket pêş. Di Meclisa Partiyê (MP) de ev yek dê bê nîqaşkirin."
Duh civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya HEDEP'ê hebû (îro jî didome). Li ser vê îro Berdevka HEDEP'ê Ayşegul Dogan daxuyanî da çapemeniyê.
Va ne ji vê daxuyaniyê çend not:
MEYLA BERENDAMTIYA HILBIJARTINA HERÊMÎ
- Hevserokê me Tuncer Bakirhan li gera Culemêrgê gotibû gelê me ji me ne tenê li Kurdistanê dixwaze li her derê em bi berendamên xwe bikevin hilbijartinê. Meyleke wisa derketiye holê. Vê biryarê emê li civîna MP'ê de nîqaş bikin.
- Li cihên ku em wekî partiya yekemîn û duyemîn derketine ji bo pêşberendamî serîlêdana me roja 27'ê sermawezê dest pê kir û heta 10'ê vê mehê didome.
- Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê me komîsyon çêkirine. Ji bo her her derê Tirkiyeyê em bi berendamên xwe bikevin hilbijartinê me xebatên xwe temam kirin.
PÊŞHILBIJATINA BERENDAMAN LIGEL HEMÛ SAZIYAN
- Li her derê di nav pêşberendamên xwe de em ê pêşhilbijartinê çêbikin. Ligel saziyên sivîl ên bajaran, ligel hevkariyeke gelek berfireh emê nîqaş bikin û berendaman diyar bikin. Ev tê vê maneyê: Di xebatên pêşhilbijartinan de tenê endamên partiyan deng didin, em wisa nakin; emê bi dengên berfireh ên van aliyan jî berendamên xwe diyar bikin.
- Ne tenê hevşaredaran, emê ji sisêyan diduyê berendamên endamên Meclisên Şaredariyan jî bi pêşhilbijartinê diyar bikin.
'BERSIVEK XURT JI BO KAYÛMAN'
- Li hemberî yên ku dixwazin kayûman bikin mayinde dê endamên partiyên me, hezkiriyên partiyên me, yên ku deng didin partiyên me, yên j i bo vê yekê berdêl dane, li hemberî kayûman dê bersiva herî xurt bidin, bi vî wayî dê bo xwe û bo bajarên xwe serketinê bînin.


