Diyarname
Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2013'yan de îro, yanê 5'ê berfanbarê wekî Roja Axê ya Dinyayê qebûl kir. Çima?
Ax ji bo hemû zindiyan gelek girîng e. Ax nebe ne tu cure zindî nikare bijî. Loma jî pêdiviya her kesî, her sewalî bi axê heye. Ji bo vê yekê NY'yê ev roj hilbijartiye û di vê rojê de balê dikişîne ser axê û parastina axê.
Va ne hin dane:
- Di nav axê de gelek giyanewer (zindî) hene. Ev hin li nav axê, hin li ser axê dijîn ku ev yek organîzmayên biyolojîk ên axê ne.
- Li gor daneyên dawî li Tirkiyeyê di her 5 saniyeyan de bi qasî sehayeke fûtbolê ax rastî erozyonê tê. Yanê di her 5 saniyeyan de bi qasî sehayeke fûtbolê ax ji ber av û bayê têk diçe.
- Li gor vê, her bal bi qasî 75 mîlyar ton ax têk diçe.
- Bi gotineke din li Tirkiyeyê her 15 salan santîmetreyek ax têk diçe. Santîmetreyek çi ye ku? Lê dema mirov bifikire ku di 500 salan de santîmetreyek ax çêdibe, wê çaxê qîmeta vê santîmetreyê diyar dibe.
- Ji bo parastina axê çandiniya alternatîf divê.


