Diyarname
Maçên dawî yên koman ên Lîga Şampiyonan hatin lîstin û tîmên ji koman derketin, tîmên bi ser neketin lê daketin Lîga Ewropayê diyar bûn.
Di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de maç hatin lîstin û komên derbasî Dora 16'an bûn diyar bûn.
Ji van koman ev derbasî Dora 16'an bûn:
Koma A: Bayern Munih, Kopenhag
Koma B: Arsenal, PSV
Koma C: Real Madrid, Napoli
Koma D: Real Sociedad, Inter
Koma E: Atletico Madrid, Lazio
Koma F: Borussia Dortmund, Paris Saint Germain
Koma G: Manchester City, RB Leipzig
Koma H: Porto, Barcelona
YEKEMÎNÊN KOMAN
Di koman de yekemîn girîng bû, loma jî ji bo yekemîniya koman dehfdanek mezin hebû. Ji Spanyayê 4 tîm di koman de bûn yekemîn û serdestiya xwe nîşan dan. Ji Almanya û Îngilistanê jî her yek 2 tîm bûn yekemîn. Di encamê de ev tîm wekî yekemînên komên xwe derketin: Bayern Munih (Almanya), Arsenal (îngilistan), Real Madrid (Spanya), Real Sociedad (Spanya), Atletico Madrid (Spanya), Borussia Dortmund (Almanya), Manchester City (İngiltere), Barcelona (Katalan-Spanya)
TÎMÊN DUYEMÎN
Di tîmên bûn duyemîn komê de serdestiya Îtalya hebûn. 5 tîmên îtalî bûn duyemîn. Ji Almanyayê du tîm û ji Fransayê jî tîmek bû duyemîn. Va ne ew tîm: PSV (Hollanda), Napoli (Îtalya), INter (Îtalya), Lazio(Îtalya), Porto (Îtalya), RB Leipzing (ALmanya), Kopenhag (Almanya), PSG (Fransa)
TÎMÊN SÊYEMÎN:
Tîmên ku di komên xwe de bûn sêyemîn daketin Lîga Ewropayê ev in: Lens, Galatasaray, Braga, Benfica, Geyenoord, Milan, Young Boys.
MAÇA BI 8 GOLAN
Ji maçên êvarê hatin lîstin ya herî balkêş a Porto û Shaktar bû ku 8 gol hatin avêtin. Ev maç muhîm bû ji ber ku di Koma H de piştî Barselonayê (ew ji komê derketibû) her du dihatin û yê her duyan jî 9 pûanên wan hebûn. Kîjan bi ser biketa dê biçûya Dora 16'ya, ya din wekî sêyemînê komê dê daketa Lîga Ewropayê. Û Porto li ÎTalyayê bi bi 5-3 bi ser ket û rêya xwe domand.
LÎGA EWROPA Û KONFERANSÊ
Îro maçên Lîga Ewropa û Lîga Konferansê têne lîstin.


