Diyarname
DEM Partî li gelek navçe û bajaran dê berendamên xwe yên şaredariyan bi pêşhilbijartinê diyar bike. Amed jî têde. Niha pêşberendamên Amedê diyar bûn.
DEM Partî rojên 13 û 14'ê mehê bi pêşhilbijartinê dê berendamên xwe yên şaredariyan diyar bike. Berî vê pêşhilbijartinê pêşberendamên xwe derxistin pêş gel û wan pêşberendaman qala xwe, qala tiştên ku dê bikin kirin.
Li Amedê 15 pêşberendam hene. Ji wan yên zêde têne zanîn, parêzer Cebbar Leygara ku yek ji şaredarên pêşî ê vê tevgerê ye ku di sala 1999'an de ji Baglarê hatibû hilbijartin. Nimetullah Erdaogmuş mebûsê HDP'ê yê berê ye, dîsa parêzer Mahsuni Karmana yek ji parêzerên Selahattin Demirtaş e. Ji bilî van Gulşen Ozer, Ahmet Sormaz, Berdan Acun, Lidya Aytemiz Yavuz, R. Ruknetin Çetedir, Dogan Hatun, Garip Kandemir, Sera Bucak, Hamdullah Kaya, Mir Hasan Beg, Yeter Eren Duman û Abdulselam Çiçek pêşberendamên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ne.
Ji bo pêşberendam xwe bidin nasîn li Mitanni Otel a Amedê civîn li dar ket. Pêşberendaman li ber gel qala xwe kirin.
Berî vê li Wan û Mêrdînê jî pêşberendaman di civîneke bi vî rengî de dîtinên xwe anîbûn ziman, xwe dabûn nasîn.


