Diyarname
Ew li nav teknîk dîrektoran bi nav û deng e. Her klûba ku çûye lê bixebite yan bi serketina xwe yan bi şer û pevçûna xwe ketiye rojevê. Em qala teknîk dîrektorê portekîzî Jose Mourinho dikin. Û ji kîjan klûbê hatiye qewirandin wekî serwet tazmînat girtiye. Ew herî dawî 16'ê mehê ji Romayê hat qewirandin. Mourinho ji Romayê 3.5 mîlyon Euro tazmînat girt.
Teknîk dîrektor Mourinho heta niha 99.2 mîlyon Euro ji klûban tazmînat girtiye. Mourinho heta niha herî zêde ji Chelsea tazmînat girtiye.
Mourinho heta niha ji kîjan klûbê çiqas tazmînat girtiye, me ew dan hev:
- 2007, ji Chelsea 20.9 mîlyon Euro
- 2013, ji Real Madridî 19.7 mîlyon Euro
- 2015, dîs ji Chelsea 14.7 mîlyon Euro
- 2018, ji Manchester United 19.7 mîlyon Euro
- 2021, ji Tottenham Hotspurê 20.9 mîlyon Euro
- 2023, ji Roma 3,5 mîlyon Euro.
***
Nûçeya Eleqedar:


