Diyarname
Festîvala Kurtefîlman a Akbankê îsal 20'emîn car li dar dikeve. 2421 kurtefîlmî serî li festîvalê daye. Festîvalê juriya neteweyî û navneteweyî eşkere kir.
20'emîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê di navbera 25 adar û 4'ê avrêlê de wê li dar bikeve.
Festîvala ku li Stenbolê li dar dikeve, îsal ne tenê aliyê Ewropayê, dê her du aliyên Stenbolê li dar bikeve.
BEŞÊN FESTÎVALÊ
Kurtefîlm di bin beşên 'Kurteyên Festîvalê', ‘Kurteyên Ji Dinyayê’, ‘Nêrînên Ciwan’, ‘Ji Kurteyan Ber Bi Dirêjan', ‘Ceribîn’, ‘Sinemaya Belgefîlman’, ‘Perspektîf’, ‘Nîşandayîna Taybet’ û ‘Forum' de dê bêne nîşandayîn.
ENDAMÊN JURIYÊ
Di nav endamên juriya pêşbaziya "Kurteyên Festîvalê" de lîstikvan Gokçe Bahadır, derhêner Ozan Açiktan, nivîskar û derhêner Erkan Kolçak Kostendil, lîstikvan Ece Dizdar û Midûra Hunerê ya Akbankê Derya Bigali heye.
Juriya Pêşbaziya "Kurteyên Ji Dinyayê" jî ji derhêner Tahmina Rafaella, listikvan Mehmet Gunsur, dîrektora castê Viorica Capdefier, derhêner Ali Asgari û Midûra Hunerê ya Akbankê Derya Bigali pêk tê.
Di "Pêşbaziya Senaryoya Forûmê" de jî derhêner Ceylan Ozgun Ozçelik, nivîskar Nermin Yildirim û lîstikvan Tansu Biçer heye.
Li aliyê pêşbaziya "Nêrînên Ciwan" jî heye ku tenê kesên 20 salî û yên bin 20 salî dikarin beşdar bibin. Di vê beşê de jurî ji lîstikvan Melisa Şenolsun, sazkar Muge Buyuktalaş û derhêner Sinan Kesova pêk tê.
Di festîvalê de hin çalakî jî wê li dar bikevin. Bi beşdariya derhênerê îranî Ali Asgari, derhêner Ozan Açiktan, lîstikvan Gokçe Bahadir, derhênerê belgefîlman Sarah Francis hin gotûbêj li dar bikevin.


