Diyarname
Bajarên kurdan zimanê Baykal jî guhart û wî got: "Nasnameya etnîkî şerefa mirov e." Heta niha kî çi got? Vane ew gotin:
Li Tirkiyeyê serokomar, serokwezîr, serokên partiyan dema li Enqereyê diaxivin tiştinên din dibêjin, dema diçin herêmê, diçin bajarên kurdan gotinên wan, tevgerên wan diguherin.
Herî dawî Serokê Giştî yê CHP'ê Deniz Baykal çû Riha û Amedê. Û wî jî gotina xwe guhart, bû Baykalekî din.
Vane gotinên ku heta niha hatine kirin:
- Di dema serokwezîriya xwe de dema PKK'ê dest bi têkoşînê kir, Turgut Ozal got, "Sê-pênc kesên qûn tazî..." Lê di destpêka salên 1990'î de vê carê bi wesfê xwe yê Serokomariyê, Ozal got, "Heta federasyonê jî em dikirin nîqaş bikin" û bi vê gotinê kesî fêm nekir çima di cih de jiyana xwe ji dest da.
- Sala 1991'ê de Serokwezîr Suleyman Demirel tevî cîgirê xwe Erdal Înonu û wezarîn din dest bi gera li bajarên kurdan kir. Demîrel di gera xwe de got, "Yanê Realiteya Kurd Tirkiye nas bike, ku nas kiriye. Bi nasîna realîteya kurd Tirkiye parçe nabe."
- Serokwezîra Tirkiyeyê Tansu Çîller ku di dema wê de gelek operasyon û faîlê kiryar-nediyar pêk hatin, sala 1995'an de, ji dêvla gotina "Ez tirk im", "Ez Tirkiyeyî me" anî rojevê û nîqaş kir.
- Sala 1999'an de Mesut Yilmaz ku wê demê yek ji cîgirên serokwezîr bû li Amedê got, "Rêya beşdariya Yekîtiya Ewropayê ji Amedê derbas dibe."
- Serokwezîrê Tirkiyeyê Receq Tayyip Erdogan di gelawêja 2005'an de çû Amedê û got: "Pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e. Wê di çarçoweya demokratîkbûnê de bê çareserkirin."
Û niha gotinên Baykal: "Bi hatine cem hev a civakan ev civak hatiye avakirin. Ji her nijadî mirov hene. Em kurd in, çerkez in, tirkin. Ev dewlemendiya me ye. Bêşik dê cudahî hebin. Li cem hevbûna rengan zerarê nade dewletê. Ev li hemberî dewletê ne tehdît e. Zerarê nade dewletê. Her kes dê zimanê diya xwe bizanibe, pê biaxive, weşanê bike, rojnameyê derxe. Nasnameya etkînî şeref e."


