logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Şensê Rêjîmê li dijî Kurdan tuneye

Di van êrişên li Qamişloyê de careke din hat nîşandan ku ji bilî xurtkirina têkoşînê û rexistinkirina civakê rêyeke din

  • Dîrok: 28/04/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Henîfe Hisên


Di van êrişên li Qamişloyê de careke din hat nîşandan ku ji bilî xurtkirina têkoşînê û rexistinkirina civakê rêyeke din tune ye. Têkoşîna me û rêxistinbûyîna me her tiştî diyar dike.   

Ev êrîşên Rejîmê yên li dijî Qamişlo ne tiştekî nû ne. Di rastiya xwe de Rejîm û gelê Kurd ji berê ve ji hev ne rehet in. Dîrokek vê heye û tê zanîn. Zexta Rejîmê li ser Kurdan bi wî rengî ye ku mînakên wê li dinyayê kêm in.

Rejîma Sûrî hertim Kurd red kirine û heta nasnameya xwe jî nedaye wan. Li beramberî vê yekê Kurdan jî tu carî serê xwe netewandiye. Li gorî şert û zirûfên heyî xwedî helwest bûye û hewl daye xwe birêxistin bike. 

Ji bo civaka Rojavayê Kurdistanê hebûna Rêber Apo ya 18 salan li Rojava girîng bû. Bû sedem ku di civakê de guhertinê pêk bîne. Kengî ku derfet çêbû gelê Kurd Şoreşa Rojava pêk anî. Rejîma Sûrî tu caran nekarî vê qebûl bike. Ev jî ji ber karakterê wê yê netewe dewletê ye. Di wexta xwe ya herî tengav de jî mafên gelê Kurd û statuya gelê Kurd qebûl nekir.

Piştî ku Rûsyayê hêzên xwe şandin Sûriyê, Rejîmê hinekî ji hebûna Rûsyayê moral wergirt. Esas, ev jî ne tiştekî rast e. Ev çi dewlet e ku tenê li ser herêmekê otorîteya wê heye, lê belê, li piraniya Sûriyeyê otorîteya wê tune ye. 

Her çiqas hewesa wan weke berê li Sûriyeyê hakim be jî ev ne mumkin e. Ev tenê xewn û xeyalek e. Xwestin xwe biceribînin û li Qamişloyê hêza xwe diyar bikin.  Ketin wê xewn û xeyalê ku bi hêza Rûsyayê careke din Rejîmeke navendî ava bikin. Ev yek ne mumkin e û ji kêmaqiliya wan diqewime. Her wiha Rûsya li hemberî Kurdan çiqasî bi Rejîmê re ye jî, ne diyar e. Rûsya li hemberî Îtilafê ye, ne li hemberî Kurdan e.

Wek çawa ku mirîşka birçî xwe di embara gilgil de dibîne, Rejîma Sûrî jî xewn û xeyalan dibîne. Ji niha û pê ve ne mumkin e ku Rejîm weke berê be. Gelê Kurd gihîştiye astekê û bi berxwedana xwe ev nîşanî dost û dijmin jî da. Ne mumkin e ku Rejîm li hemberî gelê Kurd encamê wergire. Ji vir û şûn ve Rejîm hewl bide ku otorîteya xwe nîşan bide, ew ê neyê qebûlkirin. Êriş hebe, ew ê hîn zêdetir bê bersivandin.    

Di van êrişan de careke din ENKS’ê xayintiya xwe nîşan da. Ev êrişên li dijî gelê Kurd weke êrişên Dîfai Wetenî (Parastina Niştimanî) yên li dijî PYD’ê, bi nav kir. Ev yek nîşan dide ka çiqasî ji kurdîtiyê dûr û heta qirika xwe di nava xayîntiyê de ye.  Ji ber vê jî ne tenê rêxistina TEV-DEM’ê yan jî rêveberiya Rojava, pêwîst e her kesên azadîxwaz ji ENKS’ê bipirsin tu kî yî û tu çima vê xayintiyê dikî? Jixwe di nava gel de weke hêzek xayîn hatiye îlankirin. Divê tu kes silavê jî nede wan û wan ji xwe dûr bixin. Ji ber ku di biryara Komkujiya Şêxmeqsûd û van êrişan de tiliya wan heye. Êdî ew nikarin rûyê xwe veşêrin. Jixwe, ENKS jî nemaye. Çend kesên ku bi pereyan xwe firotine, dixwazin astengiyê derxin. Tu îrade û hêza wan tune ye. Eger kêmek mirovahî û kurdîtî di wan de hebe, bila hema ne rojeke dereng, îro ji koalîsyona îtîlafê derkevin. Cihê xwe ne li cem hêzên ku biryara  komkujiya Kurdan didin bigirin, werin li cem gelê Kurd cih bigirin.

Tu hêviya Kurdan ji Koalîsyonê (Itîlafê) jî tune ye. Çavên gelê Kurd ne li Koalîsyonê û Cenevre ne. Durûtiyeke çawa dikin, xuya dibe. Riya yekane ya çareseriyê xurtkirina têkoşînê û rêxistinbûna xwe ye.  Tu çiqasî xwedî hêz bî, ewqasî tu dikarî encamê bigirî. Ya pêwist ew e ku mirov karibe bi aqilane hêza xwe bi kar bîne!

25.04.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2022: Lîsteya hemû kovarên bi kurdî yên ku derketine

ad

Ji Enstîtuya Kelepûrê Kurdî 8 pirtûkên bi kurmancî û zazakî

ad

Di bernameya Yenî Partî de li ser kurdî çi nivîsîne?

ad

Dema hilbijartina Parlemena Iraqê diyar bû

ad

Derbî Manchesterî de Mawiyan zorê Sûran berd

ad

Serokê CHP'ê Ozel: Ev tunehesibandina vîna gelê Wanê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname