Di ser komkujiya Roboskiyê re 6 meh derbas bûn. Heta niha der barê kujeran de tu lêpirsîn an dozek nehatiye vekirin. Di salvegera kuştina 34 gundiyên Roboskî de li 6 bajaran gel derket kuçeyan. Ji bo ronîkirina bûyera komkujiyê li Stenbol, Bursa, Edene, Sêrt û Manîsayê nûnerên saziyên sivîl, rêveberên HDK û BDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Di hemû daxuyaniyan de komkujî hate şermezarkirin û gotin "Em Roboskîyê ji bîr nakin û nadin ji bîrkirin."
Her wiha Hevseroka Giştî ya KCD'ê Aysel Tugluk, Parlementerên BDP'ê Halil Aksoy, Esat Canan, nûnerên KESK, Genel-Îş, MEYA-DER, însiyatifa Dayikên, Aştiyê Goç-Der, TZPKurdî, TUHAD-DER, Komeleya Piştevaniya 78'an a Amedê, TMMOB, ÎHD, nûnerên saziyên jinan û çandê, ESP, EMEP, şaredar û endamên meclisên şaredariyan û malbatên 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan di nav de gelek kes di salvegera komkujiyên de çûn gundê Roboskî û daxuyanî dan.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk, di çalakiya "Ji bo Roboskiyê Nobeta Edaletê" de diyar kir ku 6 meh derbas bûn lê hêj kujer ronî nebûne û wiha got: "Ka polîtîkayên îmhayê bi dawî bûbûn?
Em bang li Serokwezîr dikin û dixwazin berçavka rantê ji çavê xwe derxe û berçavka wijdanê bide ber çavên xwe. Sernokwezîr, Wezîrê Karên Hundir û Serfermandar pêşbirga înkarê dikin. Heta ku berpirsiyar dernekevin holê dê komkujiyên nû berdewam bikin."
Tugluk di dawiyê de bang li her kesî kir û xwest li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemînin. Tugluk, destnîşan kir ku kesên li hemberî komkujiya Roboskiyê bêdeng bimînin şeytanê bê ziman in.
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, xwest her kes guhê xwe bide dengê wijdana xwe û dengê xwe bilind bike. Tugluk, daxuyand ku ew dê li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin, ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin.


