Cemil Oguz
Îro 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye. Jinên kurd jî gelek kedkar in, lê me aliyê kedkariya wan a nivîsê girt dest. Loma jî ji salên 90'î ve heta niha çend jinên kurd ked dane nivîsê û pirtûk derxistine me lîsteya wan derxist holê.
Heta niha çend jinên kurd pirtûk nivîsandine? Bersiva vê pirsê li holê tune bû, ji ber ku heta niha lîsteyeke wisa têkûz tune bû; belkî qet tune bû. Lê yek bi yek me ew nav dan hev û lîste amade kir. Di vê roja Jinên Kedkar de em jinên kedkar ên pirtûkxaneya kurdî bibîr bînin û wan bidin nasîn. Belkî bi vê yekê xwendevan qet nebe ji bo îro be jî berê xwe bidin pirtûkên wan û belkî bikirin û bixwînin jî.
LÎSTEYA 132 NAVÎ
Li gor vê lîsteya li ber destê me heta niha 132 jinên kurd pirtûk nivîsandine û derxistine. Ew êdî wekî nivîskar hatine nasîn. Helbet hin nivîskarên jin hene hê pirtûkên wan tune ne, helbet rojnamegerên jin ên kurd jî hene ku bi nivîsê re eleqedar in, lê me tenê yên ku pirtûkên wan derketine xistin nava lîsteyê. Lîsteya 132 nivîskaran êdî malê lêkolînerên kurdî ye.
NIVÎSKARÊN KU HERÎ ZÊDE PIRTÛK ÇAP KIRINE
Ji nav ev jinên nivîskar herî zêde Yasemîn Elban û Seyhan Karakoç pirtûk çap kirine. Yê her du yan jî 10 pirtûk çap bûne ku hema hema hemûyê van pirtûkên wan, pirtûkên zarokan in. Nivîskar Yildiz Çakar 9 pirtûk derxistine û bi vê di rêza duyemîn de cih girtiye. Nivîskar Mizgîn Ronak 30 salan li girtîgehê ma. Wê, di van 30 salan de gelek ked da, her nivîsî; loma jî 7 pirtûk derxistin. Ew bi vê keda xwe di rêza sêyemîn de cih girtiye. 3 nivîskarên jin her yek bi 6 pirtûkan di rêza çaremîn de cih girtine. Li gor me diyar kir ê Eslîxan Yildirimê 6 pirtûkên berhevkariyê derketine. Her wiha Nadîre Guntaş Aldatmaz û Fatma Savci jî her yek bi 6 pirtûkan di rêza sêyemîn de cih girtine. Divê em bibîr bixin ku Nadire Guntaş Aldatmaz bi pirtûkên kirmanckî ketiye nava lîsteyê, nivîskarên din bi kurmancî. Dûre yên ku 5 heb çap kirine, 4 heb çapkirine hene.
YEK BI YEK EW NAV
Va ye yek bi yek ew navên ku pirtûkên wan derketine (Li gor rêza alfabetîk me rêz kirin):
- Amîne Pîrozxan
- Asmîn Ûyanik
- Asya Genim
- Asya Xerzan
- Aynur Ozbay
- Aynur Aras
- Aynur Bozkurt
- Ayşe Kiliçkaya
- Ayşe Kaya
- Aytenxan
- Ayten Amed
- Axîn Welat
- Aysun Çakir
- Bedrîye Topaç
- Berçema Mişrîtan
- Berfa Servîn
- Berfin Jêle
- Berfîn Ayşe Ogut
- Bermal Çem
- Bêrîtan Gulan
- Bêrîvan Zînzal
- Bêrî Bihar
- Berfîn Zenderlioglu
- Burçin Bor
- Çidem Baran
- Çimen Murad
- Delal Ay
- Dîba Keskîn
- Dîlber Hêma
- Dîlber Haco
- Dîlan Şewqî
- Diya Ciwan
- Elîf Gemîcîoglu
- Enîse Şîrîn
- Eslîxan Yildirim
- Evîn Şikakî
- Eyşana Beravê
- Evîndar Şevîn
- Evîndar Kurdistan
- Evîn Adîn
- Fatêxan Taşli Tûnç
- Fatma Savci
- Felek Perîşan
- Filiz Tiltay
- Firîda Hecî Cewarî
- Fexriye Ozgun
- Gewher Fetah
- Gulîzer
- Gulgeş Deryaspî
- Gulistan Otunç
- Gula Almastê
- Gulistan Çoban
- Guljîn Kaya
- Gulistan Kanîreş
- Havîn Acar
- Hêlîn Bozarslan
- Herdem Merwanî
- Hîva Yuce
- Husniye Aydin
- Isabella Bêrîvan Celalî
- Încî Ozek
- Janez Sar
- Jana Seyda
- Jîla Huseynî
- Keça Kurd
- Kejal Ahmed
- Kevok Mizgîn
- Kîbar Krîstîn Ozbey
- Leyla Atabay
- Leyla Saraç
- Leyla ŞÊR
- Leylana Sidîq
- Lorîn Demîrel
- Lorîn S. Dogan
- Macîde Polat Çamlibel
- Meral Varişli
- Minewer Aslan
- Mizgîn Ronak
- Mizgîn Xan
- Mizgîn Hesko
- Muqades Agirî
- Mulkiye Tekin
- Mulkiye Dogan
- Nadîre Guntaş Aldatmaz
- Narîn Omer Seyfûdîn
- Neriman Yagiz
- Nezahat DOGAN
- Nilgul Abisel
- Nevîn Reşan Gungor
- Nurcan Delil
- Nûroj Mûnzûr
- Nûjîn Qado
- Pinar Yildız
- Rengîn Kardelen
- Rewşen Bedirxan
- Rewşen Esmer
- Reyhan Sarhan
- Reyhan ÎKE
- Rindê Polat
- Rojbîn Ozkan
- Ronayî Onen
- Roza Metîna
- Rûken Çaliştiran
- Rûkiye Ozmen
- Selwa Gulî
- Sayîme Xakpûr
- Sevda Şener
- Sevda Kaplan
- Sezen Tansug
- Seyhan Karakoç
- Sibel Mustafaoglu
- Sîya Sîtav
- Sultan Yaray
- Suzan Samanci
- Şeyda Asmîn
- Şukran Çaçan
- Şilan Doski
- Uzlem Doguç
- Vînos Fayiq
- Wesîla Doguç
- Wildan Sevîm
- Xanna Omerxalîî
- Xaylaza Reşîd
- Xelat Ehmed
- Xezal Îke
- Xecê
- Xecê Şen
- Xunav Altun
- Yasemin Elban
- Yildiz Çakar
- Zozan Gulan
- Zînet Dînçer
Not: Lîste heta li gor pirtûkên ku heta dawiya 2023’yan derketine me amade kiriye. Lîste ji pirtûkên ku li Tirkiyeyê û Bakur hatine çapkirin hatiye amadekirin. Îhtîmal heye sedî 3-5 kêmasî di lîsteyê de hebe.
Û nota dawî: Ger navên kêm hebin û kesek haya me pê bixe emê lê zêde bikin.
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
Nûçeyên Salê yên 2023'yan:
- FIFA xelatê serkewtey serey 2023'nan kerdî vila
- Par çende kitabê kirmanckî veciyayê?
- 2023: Nêzîkî 90 hezar kurdan li Almanyê serî li penaberiyê dan
- Çend rojnamegerên jin girtî ne?
- Çend rojnamegerên kurd girtî ne? Va ye lîste
- Pirtûkên 2023'yan (Temamê lîsteyê)
- 2023: Li Rojava çi çalakiyên hatin çandî li dar xistin?
- 2023: Di malpera helbestê de helbestên herî zêde hatine xwendin diyar bûn
- 2023: Lîsteya kovarên bi kurdî ên îsal derketine
- 2023: Lîstikvanê herî zêde gol avêtiye: Ronaldo
- 2023: Hin nûçeyên derketine pêş
- 2023: 10 Fîlmên herî zêde pere kar kirine
- 2023: Di Googleê de peyvên herî zêde lê hatine gerîn
- 2023: Va ne rêzefîlmên herî serketî
- 2023: Hejmara xwendekarên dersa kurdî hilbijartine diyar bû
- 2023: Li gor NYT'yê 10 pirtûkên derketine pêş
- 2023: Time'ê ew xist berga xwe
***
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
- 2024: Li dinyayê bûyerên dê biqewimin
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com


