Qamişlo
Hefteya Wêjeyê ya ji aliyê Dîwana Wêjeyê ve roja 27'ê avrêlê hatibû destpêkirin bi belavkirina encamnameyê bi dawî bû.
Di encanmayekê de pêşniyarên der barê 3 mijarên ku di nava hefteyê de hatibûn gotûbêjkirin de hatin pêşkêşkirin. Sê mijarên ku hatin pêşniyarkirin ev in:
Mijara yekem: Pirsgirêkên Danênan û Weşanê, du rojan hate gotûbêjkirin. Roja yekem: semînara derbarê "Nivîs Û Weşan: Aso Û Derfet Li Gel Zehmetî Û Kêşeyan" û ya duyem: panela bi navê "Pirsa danênan û weşanê".
Di simînarê de li ser kêşe û pirsgirêkên li pêşberî nivîskaran hate rawestandin, ji qonaxa nivîsandinê heta çapkirin û weşangeriyê. Paşê di roja duyemîn de gotûbêj û danûstandin li ser tevgera nivîskariyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kêşeyên li pêşiya weşanxaneyan û pîvanên weşangeriyê, hatin kirin.
PÊWISTIYÊN NIFŞÊ NÛ
Beşdaran pêşniyarên xwe kirin. Ji van hin bi vî rengî bûn:
- Pêwîst e komxebatên taybet, yan jî akademiyên biçûk, ji bo hînkirin û perwerdekirina nifşê ciwan li ser prensîbên hunera nivîskî û afirîner bêne lidarxistin, û piştî derbaskirina çend astên ezmûnî û perwerdehiyê, di bin çavdêriya kesên pispor de bawername ji wan re bê dayin.
- Xebat were kirin ji bo piştgiriya çapkirin û weşana pirtûkên zimannasî yan jî ferhengan bi zimanê kurdî, ji ber ku pêwîstiya nifşê ciwan bi wan heye.
- Xebatên çapkirinê baştir bêne şopandin da asta çapê ya teşe û naverokê were pêşxistin.
Mijara duyem: Li ser mijara wêjeya zarokan bû, ku ew jî du rojan, pêk hat. Der barê mjarê de semînara bi sernavê "wêjeya Zarokan/dansîn û dîrok, Taybetmendî û naverok" û panela bi ser navê "Wêjeya Zarokan, Pirsgirêk û pêşniyar" hatin lidar xistin.
Di semînarê de pênaseya wêjeya zarokan, dîroka wê û pêvajoyên pêşketina wê ya hate şîrovekirin, her wiha amûr, mijar û taybetiyên wê yên di her serdemê de hate botûbêjkirin. Semînarê bal kişand ser wêje û metnên nivîskî yên ku li gorî komên temenî yên taybetî ji zarokan re têne nivîsîn.
MIJARÊN ZAROKAN
Mijara Wêjeya Zarokan bi penelê jî hate gotûbêjkirin, di panelê de kêşeyên giştî yên li ser wêjeya zarokan bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin destnîşankirin, bi giştî bal hate kişandin li ser nebûna stratejiyekê ji aliyê saziyên pêwendîdar, û nebûna piştgiriyê ji bo proje û destpêşxeriyên taybet. Her wiha mijarên girêdayî pirsgirêk û mekanîzmayên gihîştina zarokan jî hatin nirxandin. Herwiha mijarên teknîkên nivîsîn û amadekirina babetên wêjeyî yên ku ji bo zarokan hatine amadekirin, weke naverok, reng û wêneyên li gorî komên temenî yên zarokan.
Pêşniyarên ku hêla beşdaran ve hatine pêşniyarkirin:
Guhdana wêjeya zarokan di pirtûkên dibistanê de, ne tenê mijarê wêjeyê bêne amadekirin her wiha guh bidin mijarên zanistî yên hemû beşên zanistê. Ji bo wêjeya zarokan stratejiyên demdirêj werin pêşxistin. Derxistina kovarên pêbawer ên ku dikarin kesayetiya zarokê bi hêz bikin. Avakirina pirtûkxaneyan ji bo zarokan. Ji bo zarokan stranên vîdyoyê çêdikin.
Mijara sêyem: Di mijara sêyem de jî, ku di rojên pêncem û şeşan de bû, li ser mijarên rexnegiriya hate gotêjkirin. Semînarek bi sernavê: Nebûna rexneyê û bandora wê li ser jiyana çandî û wêjeyî hate pêşkêşkirin. Di semînarê de çend mijar hatin parvekirin, ji wan: rexneya wêjeyî, erk û mîsyona wê/ girîngiya rexne û rexnegirê wêjeyî, taybetmendî û rola wê, egerên sereke ku bûn sedema nebûna pratîka rexneyî ya bi bandor û encamên ku ji nebûna rexneyê derketine.
Di roja dawî de li ser rexneya wêjeyî gotûbêjeke berferh hat kirin. Mijarên ku mêvan û beşdarên panelên anîn ziman jî ev bûn: Valahiya ku di navbera nivîskar û rexnegir de / nebûna rexneya pispor di beşên şano û romanê de, kêmbûna lêkolînên rexneyî bi giştî, têkiliya nebaş a di navbera rexnegir û rexnegêr de / qelsiya çanda hev pejirandinê. Nêrîn û nêrîna me ya neyînî li ser pêvajoya rexneyê bi giştî / blokên edebî û pesnên rexneyî/pêdiviya bi dibistaneke rexneyê heye li gotî rastiya nasname û kêşeyên me.
Pêşniyarên ku ji hêla beşdaran ve hatin pêşniyarkirin jî ev bûn:
- Piştgirîkirina rexnegiran bi rêya saziyek an projeyekê, da ku ji bo rexneya wêjeyî bingeh bê avakirin
- Saziyên çandî û ragihandinê bi fermî xwedî li tevgera rexneya wêjeyî derkevin, û dayîna cihekî guncaw ji bo rexneya wêjeyî di dezgehên ragihandinê de.
- Têvedan û piştgiriya çalakiyên xwendina rexneyî yên ku ji aliyê Dîwana Wêjeyê ve têne lidarxistin, û piştgirya hemê hewildanên rexneyî ji bo pêşdebirina xebata rexneyî.
Ji ANHA'yê hatiye girtin


