Cemil Oguz
Li dinyayê kêm heyecanên wisa hene ji ber ku dîrok tê nivîsîn. Belkî dilê bi mîlyonan temaşevanên fûtbolê li Manchesterê bû. Maça dawî bû û MC hem bû şampiyon, hem dîrokek nû li dîroka Premier Lîgê kir.
Li Manchesterê maça dawî ya Lîga Premierê hebû. Li Arsenalê jî maçeke din lê her kes li benda agahiya ji Manchesterê bû.
TENÊ 75 SANIYE TÊR KIR
Piştî pifkirina fîrfîrokê tenê bi 75 saniyeyan, yanê berî ku maç derbasî deqeya 2'yan bibe deng ji golê hat: Phil Foden ê ku wekî Lîstikvanê Serketî yê Salê yê Premier Lîgê hatibû hilbijartin nîşaneya şampiyoniyê nîşan da: 1-0.
West Hama ku hê di vê şoqê de bû, dixwest were ser xwe lê tîma li hember tîma mezin bû, fabrîkeya ku bê pirsgirêk dixebitî bû û WH'ê tiştek bikira tune bû.
Lîstikvanên MC'yê bê rawestan, bêyî ku saniyeye xwe şaş bikin, bi konsantreya di asta herî jor de, bi dil, bi can, bi xwîn, bi ling, bi ser û bi aqil dilîstin. Piştî Foden her şût dihatin; De Bruyne ceriband nebû, Rodrigo ceriband nebû, di deqîqeyê 15'an de tam 6 şût hebûn ku çûbûn kelehê. Beramberî wê ê WH'yê şûtek jî tune bû. Di deqîqeya 18'an de Foden carek din derket ser dikê: Deqe 18, Dokuyê tîmê yê wekî mozan vir de û wir de diçe û tê dîsa viz da xwe; gog gihand Fodenî, wî jî temam kir: 2-0.
Stranên şampiyoniyê dest pê kiribûn. Bi sedî 80'yî zêdetir bi gogê dilîstin lîstikvanên MC'yê. Nîv saeta pêşî wisa dom kir.
Piştî nîv saetê WH piçek hat ser xwe, di deqîqeya 37'an de yekem kornera xwe bikar anî û ew jî veguherand golê. Lîstikvanê WH Muhammed Kudus bi rovaşateyê golek mikemel avêt. Nîv saeta pêşî wisa bi dawî bû: 2-1.
RODRIGO CAREK DIN LI SER DIKÊ YE
Di nîveka duyemîn de jî MC bi heman hestê, bêyî kêliyek cîdiyeta xwe winda bike lîst. Di deqîqeya 59'an de Rodrigoyê di gelek maçan de xwe nîşan dabû, carek din fuzeyek şand kelehê: 3-1. Xeyalên WH'ê ligel xeyalên Arsenalê bi avê de çûn. MC'ê tam 28 şût avêtibûn heta dawiya maçê. Bi temamî bi sedî 73-27 bi gogê lîstibû; tam 771 pas dabûn. Û Manchester City mêvanê xwe West Ham bi 3-1 têk bir û bû şampiyon.
DÎROK NIVÎSÎ
Bi vê serketî Manchester City bû 4 salan ser hev de dibe şampiyon ku ev li Premier Ligê, li Ewropayê di Lîgên mezin de rekor e. Berî vê MC ligel Manchester United û Liverpoolê her yek 3 caran, 3 salan ser hev de bûbû şampiyon lê tu tîmî nikaribû 4 caran bibe şampiyon; MC'yê ev yek jî bi dest xist; dîroka Premier Lîgê nû kir.
Îsal ji hefteya 18'an ve ev tim qet têk neçûbû. Ji Foden heta De Bruyne, Doku, ligel Bernardo Silva heta Haaland, hemûyan xwedan rijandibû û ev şampiyonî heq kiribûn.
Li aliyê din tîm îsal di Premier Ligê de li mala xwe qet têk neçûbû. Heta îro 13 serketin û 5 wekhevî bi dest xistibû li mala xwe.
Û GUARDIOLA...
Teknîk dîrektorê katalanî Pep Guardiola di sala 2016'an de hat MC'ê. Ji bilî sala yekem salên din her li pêş bû. Ji wê salê ve tenê carek nebû şampiyon ku Liverpool bû şampiyon, wekî din her ew; tam bi tamî 6 caran…
Şampiyoniya îro ji bo dîroka Guardiola jî girîng bû, ji ber ku ew niha bû yekem teknîk dîrektor ku 4 salan ser hev de dibe şampiyon.
Guardiola ji sala 2008'an ve bi awayekî profesyonel tîman bi rê ve dibe. Di van 15 salan de tam 12 caran bûye şampiyon: 3 salan li Barselonayê, 3 salan li Bayer Munihê û ev 6 sal jî li MC'yê. Li aliyê din di warê bi destxistina kûpayan de jî ji bilî Alex Ferguson hemû teknîk dîrektorên dinyayê li dû xwe hiştin.
HEFTEYA BÊ JÎ WÊ KÛPAYÊ BIGIRE GELO?
Û niha ew dê bikevin dû kûpaya din. Hefteya pêşiya me, roja 25'ê mehê maça fînalê ya FA CUP'ê heye. Her du tîmên Manchesterê MC û Manchester United derketine fînalê. Helbet MC dê bixwaze lîgê bi du kûpayan temam bike. Ev hêz, ev heyecan, ev daxwaz û ev serdestiya psîkolojîk bi wan re heye...
DU NOT
Ji bo salê du not: Ji lîstikvanên MC'yê Phil Foden wekî lîstikvanê herî serketî yê salê hat hilbijartin. Dîsa golavêjê MC'yê Erling Haaland jî wekî golavêjê salê hal hilbijartin û xelata Pêlava Zêrîn girt.


