logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Jiyaneke tije têkoşîn û tije huner; Tehsîn Taha

  • Dîrok: 28/05/2024
  • Beş: Serbest

Diyarname
Hunermendê bi nav û deng Tehsîn Taha roja 25’ê rezbera 1941’ê Amêdiyê tê dinê. Navê wê Taha Mihemed Selîm e.
Taha Mihemed Selîm xwendina xwendina xwe li deverên cuda temam dike. 
Taha Mihemed Selîm li Mangêşkê dest bi dibistana seretayî dike, lê di pola 5'an de diçe Dihokê û ya 6'an de jî diçe Zaxoyê û li wir xwendina xwe temam dike. Ew sala 1955’an  li Dihokê xxwendina xwe ya dibistana Navîn temam dike. Piştî vê yekê ew diçe bajarokê Hedba ya girêdayî Nînowayê. Jiyana wi ya  hunermendiyê jî li vê derê dest pê dike. Sala 1957’an ji Nînowayê vedigere Amêdiyê û li vir dest bi nivîsîna daktîloyê dike.
LI RADYOYA BEXDAYÊ STRANA YEKEM 'EŞKERE NAKIM'
Taha sala 1958’an dest bi xwendina dibistana amadeyî dike û dibistanê diqedîne. Dûre tevlî ezmûna Radyoya Bexdayê dibe û bi ser dikeve. Strana xwe ya destpêkê ya bi navê "Eşkere nakim li vir" di Radyoya Bexdayê de distrê. Di sala 1960’an de diçe Peymangeha Hunerî ya Ciwanan û xwendina xwe li wir berdewam dike.
Wê demê li gorî destûra sala 1958’an diviyabû rêveberiya Iraqê hin maf bidana kurdan, lê wan ev yek bi cih neanîn û kurdan dest bi çalakî û nezarîbûnan kir Di ev rêzeçalakiyên sala 1961’ê li dar ketin de Tehsîn Taha jî hat binçavkirin û Asayişa Bexdayê 15 rojan îşkence lê kir.
LI GIRTÎGEHÊ 'TÊTIN BIHAR' ÇÊDIKE
Ji ber pevçûnan ew ji Bexdayê vedigere Duhokê û ligel xalê xwe Emer Selîm tevlî "Şoreşa Îlonê" (Rezberê) dibe. Gelek stranên Tehsîn Taha li ser jiyan û têkoşîna kurdan in ku yek ji wan jî "Ey Felek" e ku li ser têkçûna tevgera Şoreşa Îlonê çêkiriye.
Hunermend Taha ku dema dixwaze carek din vegere Bexdayê û xwendina xwe bidomîne sala 1963’yan li Bexdayê careke din tê girtin. Ew vê carê salek di girtîgehê de dimîne û li vir jî stranan çêdike ku yek ji wan "Têtin Bihar" e. 
Mehmûdê Timoqî di lêkolîneke xwe de li ser wî dibêje: “Tehsîn Taha di girtîgehê de hin stranên bi zimanê erebî jî gotine ku yek ji wan bi navê ‘Enna Xerîb’ yanî ez xerîb im e.”
MAMOSTETIYA MUZÎKÊ DIKE
Piştî tê berdan dest bi xebatên mamostatiya muzîkê dike. Di sala 1968’an de ji bo dibistana amedeyî ya navçeya Mexmûrê wekî mamostayê muzîkê tê erkdar kirin. Di heman salê de tayîna wî ji bo Hewlêrê derdikeve û heya sala 1970’an li wê derê karê mamostatiyê berdewam dike.
TEHSÎN TEHA Û MIHEMED ŞÊXO BI HEV RE NE
Di 11’ê Adara 1970’yî de Mele Mistefa Barzanî û rêveberiya Iraqê peymanek girê didin, Bexda mafên kurdan ên çandî qebûl dike. Teha jî vê demê ji bo Radyoya Bexdayê Beşa Kurdî tê erkdarkirin û bi Mihemed Şêxo re xebatên radyoyê berdewam dike. Li wir du stranên bi navê “Aso” û “Ey Hewar” bi hev re dibêjin.
KONSERÊN LIGEL HUNERMENDÊN KURD
Êdî Tehsîn Taha her ku derfetê dibîne diçe radyoyê û stranan dibêje. Li wir gelek stranbêj û hunermendên kurd ên wekî Mihemed Arifê Cizîrî, Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Meryem Xan, Îsa Berwarî û gelek kesên din nas dike. Ew bi hunermendên mîna Gulbihar û Eyşe Şanê re jî duqoliyan dibêje û bi wan re li Duhok, Hewlêr, Bexda û gelek bajarên din yên Kurdistanê konseran dide.
LI HOLLANDAYÊ DIMIRE
Tehsîn Taha roja 13’ê adara 1994’an ligel hunermend Fuat Ehmed diçe Holandayê ku konserê bide. Ji ber ku tevlî çalakiyên kurdên li Ewropayê dibe, rêveberên herêmê yên başûrê Kurdistanê xwe jê dixeyidînin. Ew jî êdî venagere welat û li Holandayê bi cih dibe. Lê kul û kesera welat zêde derfetê nade wî. Li wir bi nexweşiya penceşêrê dikeve û roja 28'ê gulana 1995'an dimire. Cenazeyê hunermend Tehsîn Taha bi beşdariya hunermendên kurd, bi merasîmeke mezin ji Ewropa bi oxir dikin. Cenazeyê wî li bajarê Amêdiyê defin dikin. Ji ber helwesta rêveberiya Başûr, tenê komeke 100 kesî tevlî merasima veşartina hunermend Tehsîn Taha dibe.
WESIYETÊ TEHSÎN TAHA
Tehsîn Taha dema nexweş e, li Holandayê bi dengê xwe hestên dilê xwe vedibêje, kul û keserên xwe, daxwaz û hêviyên xwe di kasetekê de tomar dike. Wekî wesiyet ji malbata xwe re dişîne. Wesiyeta xwe ji xanima xwe Hebîbe û her çar kurên xwe Vehêl, Gelvan, Warvan û Dîrhat re dişîne Amêdiyê. Daxwaz û hêviya wî welatê wî bû. Di wesiyeta xwe de ew dibêje: “Daxwaza min ya herî pêşîn serxwebûna Kurdistanê ye. Pêwîst e kurd qet tu carî xiyanetê li doza welatê xwe nekin. Ger ez rojekê mirim min li axa Kurdistanê veşêrin. Lê berî veşartina min li goristana Amêdiyê ava ‘Kaniya Mala’ li laşê min bireşînin û piştre min di nava dilê axa Kurdistanê de veşêrin.”
Jiyana Taha di nav têkoşîn û di nav hunerê de derbas bû. Bi giştî 8 albuman derxist. Çend stranên wî yên herî zêde têne zanîn ev in: ‘Ey Felek', 'Bêrîvanê', 'Rabe Cotyar’.
Hunermend Tehsîn Tahir zewicîbû û bavê 8 zarokan bû.

**

Straneke Tehsîn Taha, "Min tu dîtî":

 

 ***

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1

MAIL: diyarname@diyarname.com         

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Berendamên MHP'ê yên hin bajarên kurdan

ad

16 rojnameger hatin girtin

ad

Fenerbahçeyê 6 gol xwarin

ad

Wê pirtûkên bi kurdî li Edremîtê bin

ad

Pirtûkek ji bo zarokan 'Adarok' derket

ad

2016: Di Diyarnameyê de nûçeyên herî zêde hatine xwendin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname