Diyarname
E-kovara Temaşe ku li ser ser hunera sînemayê weşana xwe dike hejmara xwe ya nû pêşkêşî hezkirên sînemayê kir. E-kovara Temaşe hejmara xwe ya 9’an roja 28’ê gulanê li ser hesabê xwe belav kir.
E-kovarê gotibû her sê mehan carek dê derê, lê diyar kirine ku ji ber meseleya aborî ewê her 4 mehan carek e-kovarê belav bikin.
Kovarê wekî “Armanca mezin a kovarê ew e ku pêşî famkirin û rexneya sînemaya cîhanê paşê jî sînemaya kurdî, sermiyana kurd û kurdewariyê; ax, ziman û çanda kurdan bi nêrîn û rexneyan derxin ber sînemahezan” armanc daye ber xwe û li ser vê yeke weşana xwe didomîne.
Di vê hejmarê de Fatih Duman ligel derhêner Aram Dildar hevpeyvînek kiriye û ev yek xistine berga e-kovarê jî.
Amedhesen bi navê "Sinemaya Kurdî û Nasname" nivîsa xwe belav kiriye. Welat Ramînazad bi du nivîsan têde cih girtiye. Nivîsa yekem bi kurmancî ye û bi sernavê "Baştirîn fîlmên 2022'yan" hatiye belavkirin. Nivîsa din bi sernavê "Mîmarî ser o 11 fîlmê tewr başî" ye ku bi zazakî nivîsiye; cih daye fîlmên serketî yên li ser mîmariyê.
Di dawiya e-kovarê de jî bi ser navê "Termên sînemayê" ferhengek bi îngilîzî, kurmancî, zazakî û soranî belav kiriye.
Ji bilî van nivîsên Sehabattin Şen, Adar Taş, Burcu Roza Alahverdi, Hekîm Meretoyar, Mehmûd Beyto, Sakî Kaya, Mutlu Can di vê hejmarê de hatine weşandin.
Yên bixwazin dikarin e-kovarê bê pere daxin û bixwînin.
Ji bo xwendinê:
- TEMAŞE 9


