Diyarname
Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê roja 25'ê mehê dest pê kir û êvara 1'ê mehê bi konsera Koma Amed bi dawî bû.
Koma Amed di salên 1990'î de di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de bû û li nava kurdan bi nav û deng bû. Di destpêka salên 2000'î de hin endamên komên ji ber mercên siyasî mecbur man herin Ewropayê, hin li vir man; hinan li wir kom ava kirin. Û piştî 27 salan endamên Koma Amed di konserek taybet de hatin ba hev.
Di vê konsera Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê endamên komê stranên xwe pêşkêşî temaşevanan kirin.
Va ye parçeyek ji wê konserê:
**
Nûçeya Eleqedar:
- Li Parîsê dem dema Mîhrîcana Çanda Kurd e


