SILÊMANÎ
Ji bo Roja Cîhanî ya zarokan li Silêmaniyê pêşangehek wêneyan ji bo zarokên otîzmî hate vekirin. Wê pêşangeh hefteyek vekirî bimîne.
Li Navenda Otîzmê ya Silêmaniyê bi amadebûna malbatên zarokên otîzmî pêşangeha hat vekirin.
Hemû wêneyên ku di pêşangehê de hatine nîşandan ji aliyê zarokên otîzmî ve hatine xêzkirin.
Rêveberê Navenda Otîzmê Rizgar Osman li ser vekirina pêşangehê ji bo Rojnewsê wisa got: “Bi boneya Roja Cîhanê ya Zarokan cara yekem e pêşangehek bi vî rengî li Herêma Kurdistanê tê vekirin. Em bi rêya vê pêşangehê dikarin jêhatinên zarokên otîzmî bidin nîşandan.”


