Diyarname
Li hemberî bi kayûmê destdanîna ser Şaredariya Culemêrgê tê şermezarkirin. 12 saziyên ku bi kurdî xebatên xwe didomînin jî daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û gotin: "Em vê neheqiyê û vê zilmê bi tu awayî qebûl nakin."
Enstîtuya Kurdî ya Stenbol û ya Amedê, ji Komeleyên Lêkolînên Ziman û Çandê yên wekî Avesta (îzmîr), Botan (Sêrt), Ferad (Semsûr), Arî (Batman), Mezopotamya (Amed), Arsîsa (Wan), Birca Belek (Cizîr), Anka (Enqere), dîsa Komeleya Wêjekarên Kurd û kovara Destarê li hemberî kayûmê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, "Em saziyên zimanê kurdî û wêjeya kurdî, em vê neheqiyê û vê zilmê bi tu awayî qebûl nakin û dibêjin demildest divê vîna gelê kurd esas bê girtin. Her wiha em bang li hemû pêkateyên civakê, raya giştî û gelen Tirkiyeyê dikin ku bi awayekî demokratik li hemberî vê talan û zilmê nabin; lewre ew ê Tirkiyeyê bi karesatekî mezin ve bibe."
Saziyan di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ji bo gelê Culemêrgê ragihandiye û bang li desthilatdariyê kirine ku demildest dest ji êrîşên xwe yên li ser vîna gelê kurd berde û rêzê li vîna demokratik a gelê kurd bigire.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 28 baroyan dijî kayûmê daxuyanî da
- Li hemberî kayûman çalakiyên nobetgirtinê


