logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Di vê pirtûkxaneyê de 17 hezar pirtûk hene

  • Dîrok: 24/06/2024
  • Beş: Nûçeyên Çandî

___Mihemed Xelîl___
Di demeke pir kin de li refên Pirtûkxaneya Nîştimanî zêdetirî 17 hezar pirtûk hatine rêzkirin. Rêveberiya pirtûkxaneyê armanc dike çanda xwendinê di nava herêmê de belav bibe. Rewşenbîr jî destnîşan dikin ku vekirina pirtûkxaneyê berhema hewldanên domdar e.
Pirtûkxaneya Nîştimanî ji aliyê Desteya Çandê û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê û komeke rewşenbîr û wêjevanên Reqayê ve hate avakirin. Di nava pêşketina teknolojiyê de û tunebûna çanda xwendinê, ev der ji bo parastina çanda xwendinê gelekî girîng e.
Ji bo şêniyên Reqayê û herêmên din ên Sûriyeyê, pirtûkxane di parastina çandê de navendeke sereke bû. Lê bi pêşketina teknolojiyê re, hinekî dûrketin çêbû.
Pirtûkxane 3`yê Cotmehê/kewçêrê bi rasthatina salvegera 6'an a rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ`ê re hate vekirin.
17 HEZAR PIRTÛKÊN EREBÎ, KURDÎ Û ZIMANÊN BIYANÎ
Pirtûkxane li nêzî muzexaneya Reqayê hatiye vekirin. Tê de 17 hezar pirtûkên bi zimanên erebî, kurdî û biyanî hene. Her wiha lê 2 hol ji bo xwendinê, hewşek û oteleke biçûk heye.
'ÇALAKIYÊN HUNERÎ LI DAR DIKEVIN'
Rewşenbîr Mistefa El Mistefa têkildarî mijarê got: "Ji ber ku gelek pirtûkxane bi pirtûkan hatine dewlemendkirin, bala tevahî beşên civakê dikişîne. Çalakiyên hunerî lê li dar dikevin."
El Mistefa têkildarî girîngiya xwendinê di xurtkirina çandê de û rola wê di pêşxistina endamên civakê de got: "Bi hezaran pirtûk lê hene. Hezkiriyên wê kêm in, lê roleke çalak dilîze. Ez di wê baweriyê de me ku di dema bê de dê bi xwîneran qerebalix bibe."
El Mistefa bal kişand ser rola rewşenbîran di vejandina çandina xwendinê de û wiha domand: "Divê em rewşenbîr çandina xwendinê belav bikin û zanabûna di vî alî de zêde bikin. Ji bo wê planên me hene ku hin belgefîlm û fîlm bên pêşandan." 
'DAXWAZ EW E SALA BÊ BIGIHÎNIN 100 HEZARÎ'
Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Reqayê Hesen Mistefa jî got: "Sala 2023`yan pirtûkxane hate vekirin. Pirtûkên wê destpêkê li Navenda Çandê bûn. Lê ji ber ku hejmara pirtûkan zêde bû, pêwîst bû em biçin cihekî din. Bi rêya nûnertiya Rêveberiya Xweser li dewletên Ewropayê me gelek pirtûkên wêjeyî û yên biyanî peyda kirin. Hin aliyên fransî jî ku bi wêje û çandê re eleqedar in, piştgirî da. Pirtûkên derûnnasiyê jî hatin peydakirin. Em hêvî dikin ku di rojên bê de hejmara pirtûkan zêde bikin. Daxwaza me ew e ku di sala bê de hejmara pirtûkan bigihêje 100 hezarî.”
Mistefa wiha pê de çû: "Vekirina pirtûkxaneyê, ji bo me xwedî taybetmeniyekê ye, ji ber ku Reqa paytexta çanda îslamî û çanda Sûriye û çîroka Sûriyeyê bû. Ji ber wê em dixwazin pirtûkxaneyê ji şêniyên kantonê re vekin, ji ber ku ew girîngiyê didin çandê."
Di dawiyê de Mistefa got: "Li Reqayê gelek mîhrîcan ne tenê li ser asta Sûriyeyê, lê li ser asta welatê ereban li dar diketin. Gelek afirîner, nivîskar û xwîner ji Sûriye û dewletên cîran dihatin vir. Ji ber wê em dixwazin rola çandî ya berê li bajêr vegerînin."
ANHA

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 04 2026

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Angelina Jolie bi fîlmekî nû tê

ad

Festîvala Amedê bi vekirina pêşangehan vebû

ad

Bavê Navê tê Amedê

ad

Siyasetmedarê kurd Cihan Deniz wefat kir

ad

Wezareta Petrolê ya Iraqê hatina ji petrolê ya mehekê eşkere kir

ad

Li Rojava biryara qedexeya derketina derve

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname