Diyarname
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber zêdebûna vîrusa koronayê ji bo beşek biryara qedexeya derketina derve da. Biryar ji bo rojên di navbera 6-12'yê mehê derbas dibe.
Li gor daxuyaniya rêveberiyê li bajarên Qamişlo, Hesekê û Reqayê herêmên bi van deran re girêdayî dê qedexe çêbibe. Xalên di nav biryara qedexeyê de bi vî rengî ne:
- Di navbera 6-12'yê mehê de piştî saet 16.00 heta serê sibê saet 06'an dê qedexe hebe.
- Kombûnên ji bo dawet, şîn, şahî, bi hev re nimêjkirin piştî 3'yê qedexe ne.
- Hemû dibistan û zanîngeh hatine girtin.
- Restotant û cafe têne girtin.
- Deriyên sînor ên ji bo ketin û derketina herêmê têne girtin.
- Firin, dermanxane, mêwefiroş, benzînxane ne di nav qedexeyê de ne.
- Hemû hemwelatî divê maskeyê bikar bînin.


