Enqere
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan îro di civîna koma xwe ya li Meclisê axivi.
Va ne çend gotin ji axaftina Bakirhan:
- Belaya DEDAŞ'ê heye, me gelek caran anî ziman. Li herêmê xelk ji DEDAŞ'ê de diBêje DEHAQ, kes nabêje DEDAŞ. DEDAŞ dest datîne ser ked û nanê xelkê. Yê berpirsê vê felaketê DEDAŞ e. BAwer bikin dema em çûn wir, em şaş bûn. DEDAŞ'ê ku kesek fatûreyê elektrîkê xwe nede di cih de elekrtîkê wan dibire, îcrayê dişîne, lê bi dîrekên elektrîkê yên ji daran ên 50 salî xizmetê dide. 50 sal in li bajarên kurdan ji bo binesaziyê tu razemenî nekiriye, tiştek xerc nekiriye. Her zêdetir pere digire û karê li karê xwe z êde dike."
- Li gelek cihan kesek kes hene tûpên oksîjenê bikar tînin, lê carinan bi saetan elektrîk nayê. Ma ev ne zilm e çi ye? Dema em qala zilma DEDAŞ'ê dikin hin pişta wê digirin."
- Çapemeniya nêzî AKP'ê ji serî de şewat kir sedema şewitîna giyayê hişk, lê Odeya Muhendizan a Amedê piştî lêkolînê eşkere kir ku ji giya şewat derneketiye.
- Şaredariyên me yên Amed, Mêrdîn û Wanê di cih de bi erebeyên ku kayûman hê nefirotibûn çûn alîkariyê, ji bo şewat bê temirandin çi ji destê wan hat kirin.
DEMA ŞIN BI KURDÎ BE...
- Dema şîn bi kurdî be mixabin hin vê nabihîzin. Me dît hin rabûn govendê. Me kesên ji mirovahiyê bêpar mane jî di vê demê de dîtin..
- Me dît ku dema mala kurdan bişewite ji bo bi helîkopterê şewatê netemirînin çavên xwe, guhên xwe digirin. Di sala 2022'yan de li gelek cihên Tirkiyeyê şewat derket. Mizgînî dan ku 10 helîkopterên bi şev jî dikarin kar bikindan. Lê ev 10 helîkopter li herêma kurdan nîn in. Li şewata herêmê tune ne. Ji ber ku yê dişewite kurd in.
- Dema em serê xwe bilind dikin, 3-5 kes tên ba hev ÎHA, SÎHA, F16'an difirinîn. Yanê ji bo zilmê hemû tşitî dikin lê dema şewat derdikeve helîkopter li holê nîn e.
- 15 hemwelatiyan canê xwe ji dest daye, bi dehan li nexweşxaneyan in, dûmanê şewatê hema bêje Riha û Entab derbas kiriye lê serokomarê ku welat bi rê ve dibe bêdeng e. Rêberên gelek partiyan jî bêdeng in.
'EMÊ BIRÎNÊN XWE BIKEWÎNIN'
- Bila gelê me bawer em, em bi xwe emê birînên xwe bikewînin. Emê 7/24 di nav xebatê de bin. Jixwe li gelek cihan gelê me ji bo piştgiriyê ketiye nava tevgerê.
'LI CULEMÊRGÊ ESNAFAN ÎFLAS KIR'
- Kayûm şandin ser Şaredariya me ya Culemêrgê. Li wir 100 esnafan îflas kir. Ne Enqere ye, Culemêrg cihek biçûk e, 100 esnaf gelek girîng in. Dibêjin 'abori baş i'. Esnafên li Edirneyê jî feryadê dikin. Li Tirkiyeyê esnaf siftehê nake.
- Li vî welatî 13 milyon heb dosyayên îcrayê hene hê wezîr derdikeve dibêje 'emê aboriyê baş bikin'. 13 milyon dosyayên îcrayê nişan didin ku aborî di çi rewşê de ye.
*
Nûçe û nivîsên li ser şewatê:
- Di hefteyek de li 15 bajarên kurdan şewat çêbû (va ye lîste)
- Li ser şewata Çinar-Şemrexê du agahiyên nû
- Agir bûye bûkaniyeke sor ji bejna welatê min re
- Bakirhan: Bila herêm wekî 'herêma afetê' bê qebûlkirin
- Konseya Amedê pêşrapora li ser şewatê belav kir; va ye bilanço
- Hejmara kesên mirin derket 12'an; va ne navên wan
- Fotoyên şewanê; dilê mirov diêşînin
- Li Şemrex û Çinarê şewat çêbû, mirî û birîndar hene
Vîdeo:
Çend hezar morîk şewitîn?
Fotoy Eyroy
**


