Diyarname
Lîstikvana navdar Margot Robbie ku par li temamê dinyayê bi fîlmê "Barbie" rojek xemilandibû, eşkere kir ku niha ew bi heml e.
Gotina "Cinet di bin lingên dayikan de ye" li beşek dinyayê navdar e. Û di kurtedemê de wê cinet bikeve bin lingên wê jî.
Margot Robbie, di sala 1990'î de hatiye dinê. Di dawiya salên 2000'î de ketiye nava sînemayê lê bi fîlmê "Ez, Tonya" li dinyayê navdar bû. Di sala 2017'an de ev fîlm ket vîzyonê û bi vê bû berendama Oscarê. Kovara Timeê heman salê ew xist nava "Lîsteya Li Dinyayê 100 Kesên Herî Bi Bandor". Di sala 2019'an de kovara Forbesê ew xist nava lîsteya lîstikvanên herî zêde pere digirin.
Robbie heta niha di gelek fîlman de lîstiye, gelek fîlmên ku wê têde lîstiye ji bo Oscarê bûne berendam. Wê par di fîlmê "Barbie" de lîst. Fîlm bû fîlmê salê yê herî zêde pere kar kiriye. Û di heman demê de li hin welatan jî nîşandayîna fîlm hat qedexekirin.
Performansa Robbie ya di fîlm de bi awayekî erênî hatibû nirxandin û pesindayîn. Lîstikvana ji Avustralyayê niha eşkere kir ku ew bi heml e.
Margot Robbie di sala 2013'yan de li seta fîlmê "Suite Farçaise" de ligel mêrê xwe Tom Ackerley hev nas kiribûn û di sala 2016'an de zewicî bûn.


