Diyarname
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan li Wanê di destpêka Komxebat Şaredariyan de axivî. Va ne hin notên ji wê axaftinê:
- Ez di serî de, di şexsê hevşaredarên me M. Siddik Akkuş, Bekir Kaya, Selçuk Mizrakli, Remziye Yaşar de, silavan ji bo hemû hevşaredarên me yên girtî dişînim, silav û hurmetên xwe ji bo hevalên me yên siyasetmedarên girtî jî dikim. Bi têkoşîna xurt emê wan azad bikin.
78 ŞAREDARÎ
- Me di hilbijartina 31'ê adarê de serketinek mezin bi dest xist. 3 Bajarên Mezin, 7 bajar, 58 navçe, 10 bajarok, bi giştî me 78 şaredarî bi dest xistin. 132 endamên giştî yên meclisan me derxistin. Îro li 7 bajaran Meclisa Giştî ya Bajêr di destê partiya me de ye. Ev serketinek mezin bû, bi keda we çêbû, sipasiya we dikim.
- Niha em bi desthilatdariya ku kêmînan datîne re rû bi rû ne. Tiştê ku li Wanê nekarî bi dest bixe, li Culemêrgê kir. Ev çawa hiqûq e ku bêyî biryara dadgehê bibe di cih de kayûmê dişînin. Qeda bi hiqûqa we, edaleta, qeda bi neyartiya we ya li hemberî kurdan bikeve. Hûn hê zêdetir bixurifin. Em hêvî dikin wê vê biryara xwe biguherînin. Ne tenê kayûmê dişînin, gelek neheqiyên xirab dikin.
'EMÊ PÊŞÎ BIBIN ÎNSAN BINIVÎSIN'
- Wekî ku li welat derbe hebe her êvarê radibin nivisên bi kurdî jê dibin. Tu rêya ku ev desthilatdarî wê bibe desthilatdariyeke baş tune ye. Dawî li neyartiya li hemberî kurdan înin. Hûn siwar hatin, emê we peya bişînin. Li ser gotinên "Pêşî peya" emê gotinên "Pêşî bibin însan" binivîsin, madem fêm nakin emê wisa bikin.
- Wekî însanan tevnagerin, cudahiyên însanî fêm nakin, diyar e ku emê hê xurtir têkoşîn bikin. Wekî gelê Wanê, emê têkoşîneke xurtir bidin. Emê Wanên têkoşer zêdetir bikin.
'EV FAŞÎZM E'
- Niha jî berê xwe dane govendên me, însanên govendên digerînin digirin, wan tazî dikin, dema ber didin jî her yekî wekî l Culemêrgê li aliyek bajêr datînin. Tiştê ku ev dikin faşîzm e, nijadperestî ye.
'LI ÇAR ALIYAN EMÊ GOVENDÊ BIGERÎNIN'
- Li vir bar dikeve ser milê şaredariyên me: Emê bi derfetên şaredariyan li çar aliyan hê xurtir govendê bigerînin, hê xurtir vê bilind bikin. Ew ji çi aciz bin emê wê bikin.
'EMÊ SEWALAN NEKUJIN'
- Em zagona kuştinan sewalan nas nakin, emê neynin cih, ez bawer dikim dê şaredariyên me rêyeke guncav bibînin.
BI RÊ VE BIRINA ŞAREDARIYAN
- Emê bi hev re şaredariyên xwe bi rê ve bibin. Emê şaredariyên zelal, demokratîk, civakparêz saz bikin. Lê li hemberî me pergaleke navendparêz heye. Li ku derê dinyayê dibe bila bibe pergalên navendparêz xwedî karakterên karên qirêj, diz û israfê ne. Lê li welatên wekî Tirkiyeyê ku bi yek kesî têne bi rê ve birin de dizî, karên ne li rê, heye, demokrasî, azadî, pirçandî tune ye, mafên zindiyên din tune ye. Em bi salan e diji pergala navendîparêz têdikoşin. Em demokrasiya herêmî dipaRêzin, em xurtkirina rayeyerên herêmi diparêzin. Em dixwazin hikma navendê ya li her serêmî bê rakirin. Ji bo vê em têdikoşin.
JI BO KURDAN STATU
- Pergala yekparêzî, ev 40 sal in aboriya welat, dema welat, enerjiya welat ji bo asîmîlekirinê xerc kir, ji bo yekparêzî xerc kir, lê bi ser neket. Em ji bo kurdan statu, tirkiyeyek ku mafên wekhev diparêze, diparêzin, loma ev yek ji bo hemû Tirkyeyû hemû gelan rizgarî ye.
5 XALÊN SEREKE
Gelek tiştên ku em bikin hene. Ezê pênc xalên girîng bi we re parve bikin:
Yek, Xizmetên bingehîn ên şaredarî ji xwe karê me ne. Emê bê kêmasî van bînin cih. Didu, qeyraneke cidî ya aboriyê heye. Bi taybetî li Kurdistanê qeyraneke cidî heye. Mirov dikarin debara xwe bikin. Ji bo vê yekê çavkaniyên şaredariyê bi taybetî ji bo kedkaran, feqîran, yên ku têne çewsandin, yên ku nikarin kar bibînin, emê bo wan xerc bikin. Yanê emê feqîran biparêzin, emê piştgiriya wan bikin. Ji bo li bajarên me kes bê nan û dan nemîne çi ji destê me bê emê bikin.
'EMÊ ZIMANÊ XWE ZINDÎ BIKIN'
- Sê, Emê zimanê xwe, çanda xwe zindî bikin. Ev gelek girîng e. Derfetên şaredariyan hene. Çalakî û festîvalên kedê bidin çand û zimanê me emê çêbikin. Emê çalakiyên û aktîvîteyên ji bo zimanê xwe zêdetir bikin û bidomînin.
- Ya çaran, emê demokrasiya herêmî bixin tevgerê. Em nêzîktêdayîna pergala navendîparêz dizanin, bêyî em guh bidin vê, bi beşdariya gelê me, kedkar û jinan, ligel wan emê nîqaş bikin, biryaran bistînin û wisa kar bikin.
- Ya din, wê pêşî li me bigirin, ji bo bibêjin 'ev nikarin bi rê ve bibin' dê her tiştî bikin. Karê me jî ew e em astengiyan têk bibin. Ev têkoşîn jixweber çênebû. 3-5 kes hatin ba hev heta îro anîn, ne tenê hilbijartinên li Kurdistanê, li hilbjartina li Tirkiyeyê jî em hevkêşe ne. Edîp Solmaz li Batmanê negot zordariya dewletê heye ez li şaredarî rûnim, li nav gel bû, ligel gel xebitî. Butçeye Terzî Fîkrî tune bû, bi bêr û bivir kanal dikola. Emê vê yekê bikin.


