Diyarname
1'emîn Festüîvala Çand û Xwezayê ya Dep'ê (bi navê xwe yê din Qereqoçanê) îro dest pê kir. Festîval di bin pêşengiya KAYY-Der û DAD (Komeleya Elewiyên Demokrat) ve tê organîzekirin. Festîval bi pêşkêşkirina muzîkê li Parka Orta des pê kir.
Hevşaredarên Qereqoçanê Songul Duzgun û Cafer Ogur, Cafer Ogur, Hevserokên KAYY-DER'ê Ahmet Tuzun û Birsen Ozdogan, Hevserokên DAD'ê Zeynel Kete û Kadriye Dogan, Mebûsa DEM Partî ya Mûşê Sumeyye Boz û gelek kesên din di destpêkirnia festîvalê de amade bûn.
Hevseroka Dep'ê Keskin got, "Ev fesTîval dê bibe fesTîvaleke ku du rojan emê çand û zimanê xwe pê bijîn. Bi taybetî dijî qedexeyên li ser govendê emê eniyê berfirehtir bikin." Ogur jî got ku di dema li hemberî çand û bi taybetî govendê me êrîş heye de tiştek girîng e di festîvalê de hatine ba hev û got, ewê li her derê gavenda xwe bigerînin.
Kordînatorê Zarok MA'yê Şêrko Kanîwar jî got ku ji bo zarokên kurdan zimanê xwe yê zikmakî ji bîr nekin ew têdikoşin û got ku ew dê zarokan bê muzîk nehêlin.
Piştî axaftinan dengbêjan klamên xwe gotin. Zarok Mayê jî dest bi gera li taxan kir.
Bernameya festîvalê bi vî rengî ye:
10'ê Gelawêj:
- Gerok Ma, Atolyeya Zarokan (Saet 10.00 -12.00)
- Dîwana Dengbêjan (Saet 12.00-13.00)
- Panela "Jîneolojî", moderador Sarya Ozgur. Axifger Mebûsa DEM Partî Sumeyye Boz, edîtora Kovara Jin Rojda Yildiz (cih: Salona Konferansê ya Şaredariyê, Saet 13.00-15.00). Piştî panelê jinên Kayyderê dê stranan pêşkêş bikin.
- Bi beşdariya Hevşaredarên Depê Cafer Ugur û Songul Duzgun, Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir, konser û axaftin (Saet 19.00). Di konserê de dengbêj wê hebin. Ligel wan Şevin, Zarokên Kayy-Derê, Erbane (Sîdeng), Babetna û Mîkaîl Aslan wê derkevin ser dikê.
11'ê Gelawêjê:
- Danasîna kincên gelêrî (Saet 10.00 -13.00)
- Panela "Komkujiya Çandî", moderator Muaz Dogan. Axifger Ozcan Ateş, Zeynel Kete (cih, Salona Konferansê ya Şaredariyê, Saet 13.00-15-00). Piştî panelê zarokên Kayyderê dê stranan pêşkêş bikin.
- Konser: Koma Hevra, Baran Bozyel, Jinên Kayy-Derê, Sîpan Xelat (Saet 19.00)


