Diyarname
Hat îdîakirin ku ji ser Tirkiyeyê re cepilxaneyeke di giraniya 400 tonî ji bo mixalifan şandine Sûriyeyê.
Li gor nûçeya Reutersê mixalifan gotiye ku di nav van du salan de ev alîkariya herî mezin e ku bi carekê de ji bo wan hatiye şandin. Ev cebilxane piştî îdîayên ku Şamê çekên kîmyewî bi kar aniye bi ser Tirkiyeyê re ji bo wan hatiye şandin û fînansekirina vê cebilxaneyê jî ji aliyê welatên Kendavê hatiye kirin.
Yek ji wan mixalîfan Mihemed Salam ji bo Reutersê wisa gotiye: Çekên ku di 20 romorkan de tije ji ser Hatay re hatine li baregehan hatine belavkirin.


