Diyarname
Olimpiyat 2024 ku îsal li Parîsa Fransayê li dar ket bi dawî bû. Welatên ku herî zêde medelyeyên zêrîn girtin jî diyar bûn.
"Paris 2024 Olimpiyat" roja 26'ê tîrmehê dest pê kir û 11'yê gelawêjê bi dawî bû. 204 welat bi sporkarên xwe beşdar bûn.
DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) 122 medelye bi dest xist û bi vê bû yekemîn. Ji van 40 zêrî, 44 zîvîn û 42 bronz in.
Dûre Çîn tê ku bi 40 medelyeyên zêrîn, 24 zîvîn û 27 jî bronz.
Piştî van Japonyayê bi 45 medelyeyan di rêza sêyemîn de cih girtiye: 20 zêrîn, 12 zîvîn, 13 bronz.
Mazûvan Fransayê li nav welatên Ewropayê de bi 16 medelyeyên zêrîn li lûtkeyê cih girt. Fransayê ji 16 medelyeyan 4 jê di warê soberî de girtin.
2028 LI DYA'YÊ YE
Li aliyê din biryar hat dayîn ku Olîmpiyatên 2028'an li DYA'yê li dar bikevin. Piştî 40 salan wê carek din olimpiyat li Los Angelesê li dar bikevin.


