Diyarname
B. Badillî li ser înternetê axivî; "Kurd bi têra xwe înternetê bikar tînin. Bi înternetê re alfabeya kurdan pêş ket."
Duh li Kurt-Kavê bi navê"Înternet û Kurd" paneleke hat li dar xistin. Panela ku Remzî Çakin bi rê ve bir de Bedirxan Badillî li ser înternet, înterneta kurdan, kurd çawa wê bi kar tînin, malper û nûçeyên kurdan axivî.
Badillî pêşî got, "Divê navê panelê ne 'Înternet û Kurd', divê 'Kurd û Înternet' ba, ji ber ku yê girîng kurd in û dûre li ser mijarê, li ser bikaranîna înternetê ya ji aliyê kurdan ve axaftina xwe kir.
Gelek fêdeya msn'ê ji bo kurdî heye
Bedirxan Badillî da zanîn ku "ji serdema ku înternet û telefonên destan têne bikaranîn re 'serdema teklonojiyê' tê gotin" û wiha dom kir: "Berê ciwan ji bo îlmê bixwînin ji mala xwe ber bi cihên dûr ve diçûn, pirtûk li ser pişta hespan digerandin, niha google heye û hûn her tiştî li wê derê dibînin. Niha înternet heye û kurd bi têra xwe ji wê fêdeyê digirin. Ger înternet neba kurdî dê ew qas geş nebana. Mînak gelek fêdeya MSN'ê ji bo kurdî heye. em sohbetên xwe bi kurdî di msn'ê de dikin, kurdiya xwe pêş dixin. Kurd divê di asta herî bilind de ji înternetê fêdeyê bigirin."
Bedirxan Badillî ku mamoste ye di heman demê de edîtorê komeke mailan e. Ew dibêje ku dema nûçeyeke li ser kurdan be zêde tê tikandin lê şirovêyên ku di bin nûçeyan de têne nivîsandin bi giştî li dijî kurdan in, dema hûn şiroveyeke baş li ser kurdan binivîsîn jî ew malper van şirovan naweşînin.
Li gor Badilli dora 20-25 malperên kurdan ên bi tirkî hene, hin malper bi tîrkî-kurdî ne, hin beşên wan ên îngilîzî,
almanî, swêdî hene, hin blogên kurdan hene lê di dawiyê de ew rexneyeke wisa jî li malperên kurdan dike; "Bi giştî malperên kurdan ên ku bi kurdî weşanê dikin rûpelên wan nexweşik in, tevlihev in, ev malper ne xwedî mîzanpaj û wêneyên baş in."
Nûçeyên ANF û Diyarnameyê bêçavkani bikar tînin
Bedirxan Badillî da zanîn ku malperên kurdan nûçeyên li ser kurdan jî ji malperên tirkan digirin, divê malperên kurdan bi xwe nûçeyan çê bikin û wiha dom kir; "Dema hûn li malperên kurdan ên bi kurdî weşanê dikin nûçeyen wan wek hev in. Xweserî nîn e. Mînak ez dibînim malperên kurdan ji ANF û Diyarnameyê nûçeyan digirin lê bêyî ku çavkanî nîşan bidin diweşînin. Divê wisa nebe. Gelek malperên tirkan jî ji ANF'ê nûçeyan digirin. Ji ber vê yekê ANF her tê qedexekirin."
Panelîst Badillî got ku malperên kurdan bi alfabeyan Erebî, Kirîlî, Latînî hene û got; "Divê kurd vê yekê li dû xwe bihêlin û bibin xwedî yekalfabeyê. Her wiha hin malperên gundan jî hene. Li Kurdistana Iraqê malperên hukumetê yên fermî jî hene. Malperên şaredariyên DTP'ê jî hene, min lê mêze kir digel tirkî ew bi kurdî, bi zaravayên kurmancî û zazakî jî weşanê dikin, ev tişteke baş e."
Li ser panelê noteke dawî: Badillî, rexneya "Li Amedê ajokar bi tirkî xeber didin" kir lê wî bi xwe jî di panelê de ji serî heta dawî bi tirkî xeber da. Ji temaşevanan yekî dema nakokî destnîşan kir, Badillî wisa got; "Tu rast dibêjî. Ji niha û pêde emê panelên xwe bi kurdî çêbikin."


