logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

'Ez dixwazim li ser dîwarên bajêr xêz bikim'

  • Dîrok: 19/08/2024
  • Beş: Nûçeyên Çandî
___Can Elewî___
Di cîhana hunerê de, xêzkirin bedewiya jiyanê û hestên hunermend rave dikin. Ciwana bi navê Aya Omer bi firçe û rengîn zeytî, êşa zarokatiya xwe rave dike. Tabloyên wê ne tenê xêzkirin in, lê alozî û têkoşîna wê bi şêwazekê ku her kes lê dibe heyran rave dikin. Aya bi gavên sabît rêya bidestxistina xewna xwe didomîne. Ew dibêje, "Ez hêvî dikim ku li ser dîwarên bajêr xêz bikim, ji bo ku bajar bedewtir bibe."
TABLOYA YEKEM 9 SALIYA XWE DE XÊZ KIR
Aye Omer (20) li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê mezin bûye. Ji biçûkaniya xwe ve ji xêzkirinê hez dike. Ruxmî ku teşwîqkirina derdorê kêm bû, lê bi israr bû ku xewna xwe bi cih bîne. Tabloya yekemîn a ku xêz kiriye bi navê "Dayîk û zarokek" bû. Temenê wê, wê demê 9 salî bû. Wê çaxê ew tablo diyarî dayîka xwe kir û bi rêya wê xwest hezkirina xwe ji dayîka xwe re nîşan bide.
XEWNA XWE DEWAM DIKE
Omer bi israr rêya xwe temam kir. Kî tabloyên wê dibîne dibin heyrana wê û bi saya teşwîqkirina mamsoteya wê, tev li peymangeha xêzkirinê ya li bajarê Qamişloyê bû.
Hunermend Aya Omer hevsengî di navbera xwendin û behreya xwe de çêkir. Ji ber wê behreyên xwe di bikaranîna pênûsê û rengan de bi pêş xist, fêrî hin hunerên destan û peykersaziyê bû.
Zarokatiya wê ne normal bû, ji ber ku ji malbata xwe dûr ket. Ji bo ku xemê xwe birevîne, hest û êşên xwe bi rêya firçe û rengan rave kirin. Di 9 tabloyên xwe de tenahiya xwe derbirand û çîrokên li ser dayîk û zarokan, xweza û rewşa jinan vegotin.
KET BIN BANDORA VAN GOGH
Omer ji bo ku behreya xwe bi pêş bixe, serî li xwendinê û lêkolînê da. Ew herî zêde heyrana hunermendê holandî Vincent Van Gogh bû nemaze tabloya wî ya navdar a bi sernavê "Şeva Stêran". Li gorî Omer, çîroka Van Gogh dişibe ya wê, ji ber wê bandora Van Gogh li ser Aya Omer gelek e.
Der barê zehmetiyan de, Aya Omer wisa got: "Ez di peydakirina madeyên xêzkirinê de zehmetiyên mezin dikişînim. Ji ber ku derfetên madî kêm in û ev made di nava sûkê de peyda nabin."
GAVÊN PÊŞEROJÊ
Ew behsa armancên xwe yên ji bo pêşerojê dike û dibêje: "Piştî ku ez ji peymangehê der biçim, hêvî dikim ku bibim mamosteya xêzkirinê. Dixwazin vê hunerê li bajarê Dirbêsiyê belav bikin. Li vî bajarî, gelek behre hene ku divê werin teşwîqkirin. Ez hêvî dikim ku li ser dîwarên bajêr xêz bikim, ji bo ku bajar bedewtir bibe."
Ew di dawiyê de wisa dibêje: "Divê ciwan zehmetiyan derbas bikin, hewldanên xwe bidomînin ji bo ku xeyalên xwe bi cih bînin. Divê vîna me xurt be û em behreyan keşf bikin û wan bi pêş bixin."
ANHA

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ev meh meha albuman e

ad

Rusya: Leşkerên tirk li Sûriyê bi cih bûn

ad

'Sê Rû', 'Keçik' û ên din

ad

Li ser wergera edebî serêşandinek

ad

Li Tirkiyeyê ji futbolê dîmenên şermîn

ad

Michael Jackson mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname