Diyarname
Festîvala Payîzê Fîlmekîmî ku her sal meha kewçêrê de li dar dikeve niha di asta amadehiyê de ye. Festîval îsal wê li Stenbol, Amed, Enqere û Îzmîrê li 4 bajaran li dar bikeve.
Fîlmekîmî îsal 23’yemîn car li dar dikeve. Gava wê ya yekemîn di navbera 4-13’yê mehê de li Stenbolê li dardikeve. Li Stenbolê li Beyogluyê wê li Sînemaya Atlas 1948, li Şîşliyê City's Nişantaşı – CINEWAM Premium û li Kadikoy û li Sînemaya Kadikoy fîlman nîşan bide. Îsal yekem car hin fîlm wê li Salona Konserê ya Cemal Reşit Rey jî bêne nîşandayîn.
Dûre bi rêzê fîlmekîmî di navbera 10-13’yê kewçêrê de li Amedê wê li dar bikeve. Li Amedê Paribu Cineverse ya li Ceylan AVM’yê wê mazûvanî bike. Dûre di navbera 17-20’ê mehê di l Enqereyê li Sînemaya Kult Kavaklidere derkeve pêşberî sînemahezan. Û herî dawî di navbera 24-27’ê mehê de li Îzmîrê wê li dar bikeve û îsal rêwîtiya xwe temam bike. Li Îzmîrê Paribu Cineverse Konak Pier wê mazûvanî ji bo festîvalê bike.
Fîlmekîmî her sal ji sînemaya dinyayê fîlmên navdar, fîlmên xelatgirt tîne. Îsal jî bi vî awayî amadehiyên xwe dike.
Îsal diruşma festîvalê “Geldî Gozumun Çîçegî” (Delala ber dilê min hat) ye. Bilêtên fîlman vê mehê roja 27’ê rezberê têne firotin.


