Diyarname
Wêneyên komkujiya ku di navbera salên 1937-38'an de li Xozata Dêrsimê pêk hat di pêşangehekê de hatin pêşkêşkirin. Şaredarê Xozatê Cevdet Konak wisa axivî: "Komkujiya ku wê rojê pêk hatiye îro bi van wêneyan hatiye zelalkirin. Dilê me diêşe, Lê ji bo ew serdem neyê ji bîr kirine ev wêne şahidiya dîrokê dikin."
Pêşangeh di çarçoveya 12'yemîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de li Xozatê hate li dar xistin. Pêşangeh bi keda Şaredarişa Xozatê û Hasan Saltik hatiye avakirin. Wêneyên ku di pêşangehê de cih girtine hemû ji aliyê leşkerên wê demê ve hatine kişandin.
Pêşangeh ku 28'ê mehê li Salona Dawetê ya Şaredariya Xozatê vebû de dê du rojan vekirî bimîne.
Hasan Saltik ku ji arşîva xwe ev wêne derxistine pêşangehê wisa got: "Ev wêne serdemeke ronî dikin. Ji bo van wêneyan ez bi dest bixim min 12 salan hewl da û min xwe gihand nêzî hezar û 500 wêne û belgeyî. Min wêne ji arşîva peywirdarê emriyetê (ku di nav tevgera komkujiyê de cih girtiye) û arşîva mifetîşan girtin ku hin bi rica minetê min girtin, hin jî min kirîn. Yên ku li vir me vekirine beşek ji wêne û belgeyan in. Li vir hin tên li wêneyan mêze dikin digirîn yan jî li xizmên xwe digerin, yekem can van wêneyan d ibînin. Tiştê muhîm ew e ku Serfermandariya Giştî wêneyê di destê xwe de eşkere bike. Min bi derfetên xwe yên şexsî hezar û 500 wêne û belge kom kirin, ez dizanim ku di destê Serfermandariya Giştî de bi hezaran wêne hene.
Şaredarê Xozatê yê serbixwe Cevdet Konak got ku emê rêveberên wê demê efû nekin, CHP'ya îro neyê li ber Dêrsimiyan çong nede û lêborînê nexwaze emê CHP'ê jî tu demê efû nekin."

***
Nûçeya eleqedar:
- Deqe bi deqe bernamey Festîvaley Dêrsime


