Diyarname
Li Fransayê xelatek bi qedr heye tê dayîn bi navê "Xelatên wêjeyê ya Medicis". Îsal pirtûka Selahattin Demîrtaş "Seher" jî di warê Romana Biyanî ya Herî Serketî de wekî berendam nîşan dane.
Ji bo xelatê ji Fransayê 12 berendam hene, ji welatên derveyî Fransayê jî 10 pirtûkên berendam ku ji bo fransî hatine wergerandin hene. Yekem car di sala 1958'an de ev xelat hat dayîn. Yekem car wê çaxê xelat dan "La Mise en scene" ya nivîskar Claude Ollier û herî dawî jî par dan Yannick Haenel (Bi romana Tiens ferme ta couronne).
Di sala 1970'ê de ji bo nava Fransayê beşa ceribandinê û ji bo wêjeya welatên derveyî Fransayê beşa "Romanên Biyanî" lê zêde kirin. Di warê romanên biyanî de di sala 1970'ê ev xelat dabûn Luigi Malerba (romana "Saut te la mort") ê îtalî û par jî dabûn Paolo Cognetti yê îtalî (romana "Les huit montagnes"). Heta niha ji Tirkiyeyê du kesan kariye vê xelatê bigirin: Di sala 2005'an de Orhan Pamuk bi romana xwe "Kar", di sala 2015'an de Hakan Gunday bi romana xwe "Daha" ev xelat girtibû.
Îsal ji Fransayê 12 roman wekî berendam hatine nîşandayîn û ji derveyî fransayê jî 10 pirtûk wekî berendam hatine nîşandayîn.
Di nav ev biyanî de îsal "Seher"a Selahattin Demirtaş heye.
"Seher" pirtûka çîrokan a Demîrtaş e ku li girtîgehê bi tirkî nivîsî. Dema pirtûk li Tirkiyeyê hat weşandin bi ser 200 hezar hebî re firot. Pirtûk ji aliyê Rêdûr Dîjle ve ji bo kurmancî, ji bo Ferhad Çomanî ve ji bo soranî hat wergerandin. Her wiha Seher li gelek zimanên biyanî hat wergerandin.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Dîjle: 'Seher'a bi kurdî ji bo wêjeya kurdî dê livek erênî bide der
- Çomanî: Bi 'Seher'a soranî Demîrtaş li Başûr zêdetir populer bû
*******
REKLAM
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan: Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon: 0212 -6266455


