logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

Amadekariyên Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol temam bûn

  • Dîrok: 15/10/2024
  • Beş: Nûçeyên Çandî
Diyarname
Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê salane Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar dixe. Gelek çapxaneyên xwecih û yên navneteweyî beşdar dibin. Niha amadehî jibo pêşangeheke nû temam bun.
Cara pêşî roja 20`ê tîrmeha 2017`an Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ji bo bîranîna têkoşer û nivîskar Hisên Çawîş hat lidarxistin.
Komîteya Amadekar a pêşangehê amadekariyên lidarxistina pêşangehê bi dawî kirin. Li gorî endamê komîteyê û nivîskar Ebdulmecîd Xelef, pêşangeha îsal bi dirûşma "Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê" li dar dikeve.
Xelef ji bo ANHA'yê axiviye û diyar kiriye ku ji 4 mehan ve amadekariyên pêşangehê tên kirin. Her wiha da zanîn ku ji bo lidarxistina pêşangehê bi saziyên wêjeyî, çapxane û nivîskaran re koordîne kirine ku "helwestên wan erênî bûn".
'JI DERVE GELEK WEŞANXANE TÊN'
Xelef behsa girîngiya pêşangehê kir û got: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêşangeh çalakiya hunerî ya herî girîng e. Ji ber ku gelek çapxane, nivsîkar ji hundir û derveyî herêmê tev lê dibin, ji bo veguhastin û parvekirina nêrîn û têbiniyên girêdayî wêje û çanda giştî, derfetek e. Lidarxistina pêşangehê roleke mezin di xurtkirina çanda xwendinê nava civakê û teşwîqkirina nivîsandinê de dilîze. Em dikarin bêjin ku ji bo tevgera çandî û wêjeyî ya herêmê destkeftiyeke mezin e."
PÊŞANGEH ROJÊN 15-22'YÊ MEHÊ LI DAR E
Pêşangeha îsal wê Hola Zana ya Qamişloyê roja 15'ê kewçêrê dest pê bike û 22'yê mehê bi dawî bibe.
Li gorî komîteya amadekar pêşangeh li hola Zana ya bajarê Qamişloyê li dar dikeve. Ji 15'ê Cotmehê heta 22`ê heman mehê ye. Di wan 8 rojan de 54 çapxane û saziyên wêjeyî bi 143 hezar pirtûk û bi 15 hezar sernavan beşdar dibin.
Xelef wiha pê de çû: "Di vê dewreyê de, gelek çapxane û nivîskar ji Kurdistanê, Sûriye, Lubnan, Iraq, Balçîka, Brîtanya, Misir, Kiwêt û Îmaratê hene. Dê pirtûk werin pêşandan bi zaravayê kurmancî û soranî, erebî, tirkî, îngilîzî, rusî, fransî, suryanî, ermenî û almanî bin. Mijarên pirtûkan ev in: wêje, çîrok, roman, helbest, çîrok, şano, lêkolîn, felsefe, zanistên civakî, siyaset, fikir, dîrok, ziman, rêziman, ferheng, gotarên cuda û yên zarokan."
Xelef da zanîn ku bi rêjeya ji sedî 45 pirtûkên pêşangehê, bi zimanê kurdî ne, bi rêjeya ji sedî 25 jî berhemên jinan hene, ji sedî 40 jî berhemên wêjeyî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.
'ÎSAL ÇAPKIRINA PIRTÛKAN ZÊDE BÛYE'
Xelef têkildarî tevlêbûna berhemên xwecih ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: "Îsal çapkirina pirtûkên xwecih zêde bûye. Li gorî salên berê, çapkirin û berhemên wêjeyî nemaze yên jinan û yên bi zimanê kurdî, zêde bûne."
Di pêşangehê de, bernameyên çandî û hunerî mîna semîner, panel û şahiyên îmzekirina pirtûkan têne lidarxistin.
'JI BO BEŞDARÎ EMÊ OTOBUSAN EYAR BIKIN'
Xelef di dawiyê de got: "Komîteya amadekar dê piştgiriya hezkiriyên pirtûkan bike. Ji bo beşdarbûna wan di pêşangehê de hêsan bibe, em ê di rojên pêşangehê de li bajêr û bajarên din otobusan eyar bikin. Çapxaneyên tev li pêşangehê bibin dê nirxê pirtûkan heta ji sedî 40 kêm bikin. Ji bo xwendekaran jî me kert amade kirine, ji bo ku bê pere pirtûkan wergirin. Li kêleka wê saziyên beşdar jî dê destekê bidin û pirtûkan diyarî xwîneran bikin. Em ê bi her şêwayî pêşangehê bi ser bixin."
 

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news

diyarname podcast #diyarname #football #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng #3deqe#diyarname21salîye

news

"Mazgal"

news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes

news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

news

ELETEWŞÎ

news

'Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê'

news

Hogir Berbir: Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û

news

diyarname podcast#nûçe #çand#wêje#pirtûk#xwendin

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 30 07 2026

Li Mûnzûrê dema festîvalê ye: 'Ji bo Bîrê û Jiyana Azad Em Xwedî li Xweza, Ziman, Çand û Baweriya Xwe Derdikevin'

news
  • 29 07 2026

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

news
  • 27 07 2026

Xelata Kedê didin Abdurrahman Keskiner û Suzan Kardeş

news
  • 26 07 2026

Sînemagerên Rojava encamnameya konferansa xwe eşkere kirin

news
  • 23 07 2026

Porteqala Zêrîn xelatê dide Menderes Samancilar û Tilbe Saran

news
  • 23 07 2026

Roja pêşî ya Festîvala Kanîreşê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Navê kesên ku hatine binçavkirin

ad

Li Swêdê dê 100 hezar betal çêbibin

ad

'Li hemberî nîrê pişaftinê xebat divê'

ad

We saeta xwe bi paş ve girt?

ad

Dîrokzan Cemşîd Bender wefat kir

ad

Goç-Derê rapora li ser Şirnexê eşkere kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname