Diyarname
Di gotûbêjê de nivîskarê me Omer Dilsoz axivî, "Ji bo pêkanîna estetîzma edebî pêdivî bi hunereke taybet û xurt a nivîsînê heye."
Fûara Pirtûkên Kurdî ya Batmanê 16'ê mehê dest pê kir. Panela yekem a ku li fûarê li dar ket ligel nivîskarê Diyarnameyê Omer Dilsoz bû. Di panela moderatoriya wê helbestvan û nivîskarê berê yê Diyarnameyê Berken Bereh kir de, li Batmanê ligel wan êvareke xweşsohbet çêbû.
'OMER DILSOZ ROMANA KURDÎ DERXISTIYE ASTA CÎHANÎ'
Di gotûêja ku bi awayê sotbetê pêk hat de, Berken Bereh bal kişand ser teknîk û zimanê Dilsoz û got ku Omer Dilsoz romana kurdî gihandiye asta romana cîhanê.
Her wiha di gotûbêja bi atmosfereke sohbeta înter-aktîv pêk hatî de, Dilsoz behsa serpêhatiya romannivîsiya xwe kir û pirsên beşdaran bersivandin.
Dilsoz, diyar kir ku kengî ku mirov ji xeyala xwe bawer kir, wê hingê hêdî hêdî ber bi asoyên nû ve gav diavêje.
Omer Dilsoz û Berken Bereh, pirs û kêşeyên nivîskariya kurdî dan ber pirsyaran û bal birin ser nivîskariya afirîner, vegotina xwemalî û sûdwergirtina ji klasîk û çand û kevnetora kurdewarî ku ev ji bo nivîsandineke serkeftî jêderkên pir û pir giring in.
HUNEREKE TAYBET A NIVÎSÎNÊ
Li ser pirsa Berken Bereh, Omer Dilsoz got ku ji bo pêkanîna estetîzma edebî pêdivî bi hunereke taybet û xurt a nivîsînê heye û pirsa “ka edebiyat bo civakê, an edebiyat bo edebiyatê” bi, “edebiyata baş heye û edebiyata qels heye” bersivand û got “nivîskar bi teksta xwe re çiqas têkiliyeke jidil û samîmî deyne dê di berhema xwe de ew qasî serkeftî be. Mesele vedigere ser awayê dilsoziya bi tekstê re. Helbet ev jî barê te girantir dike. Tu nikarî xwendevanê xwe bixapînî, ji peyvên te di samîmiyeta te digihêje. Samîmiyet dihêle ku tu karê xwe pir cidî bikî û ji xwendinê heta hemû qonaxên afirandina berhemê wekî ronahiya çavan li ser bixebitî û xwe bidî ber.”
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Fûara Kitaban a Batmanî dest pa kerd
- Pirtûk û nivîskarên kurdî diçin Batmanê (va ye hemû bername)


