Diyarname
Bi beşdariya gelek hunermendan konsereke bi navê "Konsera Azadiyê" li dar dikeve.
Hunermend Hekîm Sefkan, Mouss & Hakim, Firmesk, Rodolphe Burger, Sofiane Saidi, Mehdi Haddab, Xelîl Xemgîn û Hozan Comerd wê bi stranên xwe li konserê bin.
Di daxuyaniya nivîskî ya konserê de wisa hat gotin, "Ev konser wê bibe berxwedana kevneşopî ya stranên nûjen û awaz di nav hev de bên hunandin, şiyara azadiyê bibe navneteweyî, deng bibe diruşm û yekîtî veguhere hevgirtinê. Bi muzîka nûjen a Fransî re Moûss û Hakîmî di rêwîtiya sehrayên Rojhilata Navîn de hevaltiya we bikin. Dengê Rodolphe Burger, Sofiane Saidi, Mehdî Heddab ên xweş, bi sekna biryardarî ya Firmeskê û têkoşîna 50 salan a bi şêwaza muzîka bêhempa Hozan Comerd, Xelîl Xemgîn û Hekîm Sefkan wê kêliyên xweş bidin jiyîn. Roja Şemiyê 19’ê Cotmehê saet 16.00’an de li Montreuil Expo ya Parîsê em ê azadiyê biqîrin.”


